Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye 2018-01-31 09:23:37 AMED – Bi hejmareke telefonê ya nepen li malbata welatiyê bi navê Eyyup Akyuz ê ji 19'ê Tebaxa 2016'an ve winda ye tê gerîn û gef li malbatê tên xwarin. Ji ber vê yekê malbatê serî li ÎHD'ê da.  Di dema îlankirina qedexeya derketina kolanan a li Sûra Amedê ya di 2015'an de hat îlankirin, hat xwestin ku welatiyê bi navê Eyyup Akyuz bi darê zorê ji mala li navçeyê derkeve. Ji 19'ê Tebaxa 2016'an ve nayê zanîn ka Akyuz li kuderê ye. Malbata Akyuz tim bi çewisandinan re rû bi rû ye û gef lê tên xwarin. Ji bo di warê huqûqî de piştevaniya wan bê kirin, malbatê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da. Mizgîn Akyuz (20), keça Eyyup Akyuz, anî ziman ku  nêzî 6 mehin ew tu agahiyê ji bavê xwe nagirin û şik û gumanên xwe yên di vî warî de anîn ziman. Akyuz got tim bi hejmara telefoneke nepen li wan tê gerîn û gef li wan tên xwarin.    Akyuz diyar kir ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de, ji ber wan nexwestiye ji mala xwe derkevin polîs tim bi ser wan de dihatin û wiha got: "Bi taybetî jî bavê min bi çewisandinan re rû bi rû dima. Di 19'ê Tebaxê de dema em li malê bûn, Polîsên Tevgerîna Taybet avêtin ser mala me. Di avêtina ser malê de li bavên min dan û em ji wê şevê ve bavê xwe nabînin. Em nizanin ka li kuderê ye û der barê wî de şik û gumanên me hene. Em dixwazin demildest hîn bibin ka bavê min li kuderê ye û vegere mala xwe."    'TIM GEF LI ME TÊN XWARIN'    Akyuz got Polîsên Tevgerîna Taybet tim davêjin ser mala wan û ev tişt gotin: "Di avêtinên ser mala me de, tim heqaret li me tên kirin û sixêfên giran tên gotin. Ji bilî vê hin kesên ku ez difikirim polîs in û wan nas nakim tim bi hejmarên telefoneke nepen li min û malbata min digerin û sixêfan dikin. Tim dipirsin ka bavê min li kuderê ye. Ji ber ev çewisandin û gef tim tên kirin, min jî serî li ÎHD'ê da."