Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek 2018-01-31 09:22:59 AMED - Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wek "qirkirinê" pênase kir û diyar kir ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye. Taşçier ev tişt gotin: "Divê ji bo xatirê Efrînê bên gel hev. Tenê ne Efrîn, kîjan xaka kurdan bê dagirkirin bila bê dagirkirin, wê yekîtî li dijî vê bisekine."  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li dijî Efrînê di roja 12'an de ne. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier êrîşên li ser Efrînê nirxandin.    ‘SIVÎL TÊN KUŞTIN, EV QIRKIRIN E'    Taşçier, bi lêv kir ku heta niha ji hêla Efrînê êrîşek jî bi ser Tirkiyeyê de nehatiye kirin û êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê di asasê xwe de li dijî vîna hemû gelê kurd e. Taşçier, diyar kir ku li gel êrîşan jî gelê Efrînê xaka xwe neterikandiye û neketiye asta penaberiyê. Taşçier, destnîşan kir ku di êrîşên Tirkiyeyê de sivîl hatine kuştin. Taşçier ev tişt gotin: "Çimkî sivîl naxwazin wir biterikînin. Dema tu bi balafiran êrîşî sivîlan bikî, tu yê nizanibî ka kî şervan an sivîl e. Kuştina extiyar, jin û zarokan qirkirin e."    ‘DIVÊ KURD JI BO XATIRÊ EFRÎNÊ BÊN GEL HEV'    Ji bo rê li ber van êrîşan û êrîşên bi vî rengî bên girtin Taşçier balê kişand ser peydakirina yekîtiya netewî ya kurd. Taşçier di vê der barê de ev tişt gotin: "Kuştina kurdan tê xwestin. Ji bo li hemberî vê yekê rawestin, pêdiviya kurdan bi du tiştan heye. Yek jê bawerî, ya din jî yekîtî ye. Baweriya kurdan tam e, lê mixabin yekîtiya wan tune ye. Divê Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ji bo xatirê Efrînê bên gel hev. Tenê ne Efrîn, kîjan xaka kurdan bê dagirkirin bila bê dagirkirin, wê yekîtî li dijî vê bisekine. Kerkûk, Şengal ku derê dibe bila bibe dema yekîtî hebe dê kes nikaribe dagir bike." Taşçier destnîşan kir ku ji bo daxwazên kurdan di raya navnetewî de deng bidin, pêdivî bi yekîtiya kurdan heye.     ‘EFRÎN, NE WEK CERABLÛS Û BABÊ YE'    Taşçier, destnîşan kir ku wê Tirkiyeya ku hêzeke NATO'yê ye bi hemû techîzatên xwe jî nikaribe li hemberî gelê Efrînê bi ser bikeve. Taşçier got Efrîn ne wek Cerablûs û El Babê ye. Taşçier ev tişt gotin: "Li Cerablûs û El Babê DAIŞ hebû. Gelên wir dixwest ji DAIŞ'ê xelas bibe, lê belê li gel vê yekê jî operasyon 7-8 mehan domand. Gelên li wir digotin kî tê bila bê, bes ew dixwazin ji DAIŞ'ê xelas bibin. Lê belê li Efrînê gel Tirkiyeyê naxwaze. Vê operasyonê destek nake. Bi hêza xwe ya cewherî xaka xwe diparêze. Tirkiye li hemberî zarokên Efrînê şer dike. Ji dêvla Tirkiye êrîş bike, divê demildest bi Efrînê re têkiliyên xwe yên cînartiyê xurt bike û pêşve bibe." Taşçier diyar kir ku dewletên cîhanê Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn dixin nav şerekî û wê hemû gel ji vî şerê ku Erdogan welat xistiyê zirarê bibînin.    ‘KURD BI ÇAPEMENIYÊ RE ŞER DIKIN'    Her wiha Taşçier balê kişand ser argumanên ku têkidarî êrîşan tên derpêşkirin jî. Taşçier diyar kir ku ew bawer nake ew roketên li xaka Tirkiyeyê ketine ji hêla Efrînê ve hatibin. Taşçier got jixwe menzîla roketên hatine avêtin jî nîşan dide ku ew ji Efrînê nehatine. Taşçier bi lêv kir ku Tirkiye di warê operasyonê de polîtîkayeke qirêj bi rê ve dibe û zimanê çapemeniyê jî rexne kir. Taşçier ku got "Kurd bi çapemeniyê re şer dikin" diyar kir ku hin patronên çapemeniyê yên li Enqere û Stenbolê rûdinên di warê Efrînê de şerê derûnî bi rê ve dibin.    Taşçier balê kişand ser nameya ku 170 rewşenbîr îmze kiribû û operasyonên li hemberî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û xwest demildest hikûmet dev ji van pêkanînên xwe berde.    Taşçier di vê der barê de ev tişt got: "Ev ne karê çapemeniyê ye. Her diçe pergala dîktatoriyê tê avakirin. Çapemenî jî di vî warî de rola xwe dilîze."    MA / Rifat Şahin