Rojnameger Candemîr hat berdan 2018-01-30 16:41:00 WAN – Rojnameger Oktay Candemîr ê duh li Wanê hatibû binçavkirin hat berdan.  Rojnameger Oktay Candemîr duh ji bo îfade bide çûbû Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê. Polîsan, Candemîr li Miduriyeta Polîsan binçav kir. Dozger piştî îfadeyên Candemîr girt ew sewqî dadgehê kir. Dadger, jî Candemîr bi şertê “kontrola adlî” serbest berda.