Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye 2018-01-30 15:38:37 EDENE - Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl binçavkirina endamên TTB'ê şermezar kirin û diyar kirin ku TTB ne bi tenê ye, ya rast serkeftin ne di şer de, di aştiyê de ye. Binçavkirina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) li avahiya Egîtîm Senê ya Edeneyê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Di civînê de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Federasyona Sendîkayên Kekdarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Odeya Tabîbên Tirk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Gel a Komarê (CHP), Halkevlerî (Malên Gel), Baroya Edeneyê, Şaxa Komeleya Pîr Sultan a Edeneyê, Komeleya Bulamayiyan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê tev li civînê bûn.   Li ser navê saziyan Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Edeneyê Musaffer Yuksel axşvî û diyar kir ku binçavkirina endam û rêveberên TTB'ê nayê qebûlkirin.   'TTB NE BI TENÊ YE'    Yuksel diyar kir kuk bi fermana Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, operasyon pêk hatiye û ev tişt pirs kir: "TTB'ê got ku 'Şer, di mirov û xwezayê de texrîbatê vedike, gefan li jiyana civakî dixwe, pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel a bi destê mirovan tê avakirin e.' Ka kêdera vê xelet e. Ji bo qedera xwe û desthilatdariya xwe hêj zêdetir şer, hêj bi pevçûnan ve girêdaye. Daxwaza daxwaza me ya aştî û qêrîna me bitepisîne, emê careke din ji şer re bêjin na, aştî a niha. Em tev li metna TTB'ê dibin. Demil dest endmamê Konseya Navendî yên TTB'ê serbest berdin. TTB ne bi tenê ye."   'EMÊ MIL BI MIL TÊ BIKOŞIN'   Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Dr. Alî Îhsan Okten jî derbirî ku ewê her dem aştiyê biparêzin û ev tişt anî ziman: "Demek dirêj e li dijî saziyên girseyî û hêzên demokrasiyê operasyon pêk tên. Operasyona li dijî TTB'ê di serdema derbeyê de jî pêk nehatibû. Emê heta dawiyê aştiyê biparêzin." Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk jî destnîşan kir ku serkeftin ne ya şer, serkeftin ya aştiyê ye. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Cotyarî (ZMO) yê Edeneyê Semîh Karademîr jî ev tişt anî ziman: "Ji ber ku TMMOB'ê piştgirî da TTB'ê bû armanc. TTB ne bi tenê ye. Em îro hemû bi hev re li vir mil bi milin. Emê sibê jî mil bi mil têkoşînê dewam bikin."