Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin 2018-01-30 14:44:29   WAN – Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên Wanê ji bo beşdariya kongreya partiya xwe ya dê di 11’ê sibatê de bê lidarxistin belavok belav kirin.    Li Wanê xebatên ji bo 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya dê di 11’ê sibatê de bê lidarxistin dewam dikin. Di çarçoveya xebatên kongreyê de îro jî komek li Erdîşê û komek jî li Şaxê li nav gel geriyan. Belavokan li gel belav kirin û banga beşdariya kongreyê kirin.    Parlamenter  Lezgîn Botan û Adem Geverî li gel rêveberên partiya xwe li navçeyan geriyan. Gel eleqeyek zêde nîşanî banga wekîl û rêveberan da.