Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin 2018-01-30 14:30:14 WAN – Polîsan li Wanê bi îdiya “Dê li dijî êrîşên li ser Efrînê çalakî li dar bixin” 9 kes binçav kirin.    Polîsan li Wanê bi îdiaya “Dê li dijî êrîşên li ser Efrînê çalakî li dar bixin” bi ser malan de girt. Li malan lêgerîn pêk hat û piştî lêgerînê polîsan 9 kesên navê wan nehat hînbûn binçav kirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.