Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin 2018-01-30 14:14:22 STENBOL – Serokê Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê (WMA) Dr. Yoshîtake Yokokura binçavkirina rêveberên TTB’ê şermezar kir û bang li hikumeta Tirkiyeyê kir û xwest rêveberên TTB’ê demil dest bên berdan.    Rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi boneya li dijî êrîşên ser Efrînê daxuyaniya “Ji şer re na anha aştî” dabûn Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan wan hedef nîşan dabû. Piştî vê hedef nîşandanê rêveberên TTB’ê hatin binçavkirin û li dijî binçavkirinê nerazîbûn zêde dibe.    Serokê Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê (WMA) Dr. Yoshîtake Yokokura bi daxuyaniyek nivîskî da û binçavkirina rêveberên TTB’ê şermezar kir.    'EM DAXUYANIYA TTB’Ê DESTEK DIKIN’    Yokokura tehdîdên tundiya fizîkî û giliyê sûc a der barê TTB’ê de şermezar kir û got: “WMA daxuyaniya hevkarên me yên tirk ku li dijî şer dan destek dike. Hişyarkirina hikumetê ya ji bo şer wezîfeya bijîşk û saziyên bijîşkan a navnetewî ye. Ev hişyarkirin polîtîkayek vekirî ya WMA’yê ye.”    'DAWÎ LI ZEXTAN BÎNIN’    Yokokura destnîşan kir ku parastina mafê mirovan û piştgiriya ji bo aştiyê peywîra TTB’ê ye û wiha axivî: “Binçavkirinên dawî û giliyê sûc bi kurahî me xemgîn kiriye û me xistiye nav fikaran. Di 2003’an de Tirkiye Peymana Mafên Siyasî û Sivîl a Navnetewî erê kiriye û di xala 19’emîn de êrîşên li ser azadiya ramanê em tundî şermezar dikin. Em ji rayedarên tirk daxwaz dikin ku bila demil dest rêveberên TTB’ê berde û dawî li polîtîkaya xwe ya çewisandinê bîne. Em bang li hemû rêxistininên bijîşk, tenduristî û saziyan dikin ku li dijî van zextan bêdeng nemînin û bang li wan dikin ku dest bi hewldanên pêwîst bikin.”