Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin 2018-01-30 13:56:10 AMED – Polîsan endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp li mala wî ya li Amedê binçav kir. Li bendê ye Gokalp bibin Enqereyê.  Kar û barên binçavkirina der barê endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) de dewam dike. Polîsan bi ser mala endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp a li Amedê de girtin. Polîsan li gel parêzer lêgerîna malê kirin.    Gokalp bi îdiaya “Gel tahrîkî kîn û dijminahiyê kiriye” hat binçavkirin. Gokalp birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Li bende ye ku Gokalp bibin Enqereyê.