Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in 2018-01-30 13:47:31 ENQERE – Polîsan mudaxeleyî protestokirina binçavkirina rêveberên TTB’ê kirin. Polîsan barîkat li ber avahiya Konseya Navendî ya TTB’ê ava kirin û kesî nêzî avahiyê nakin.  Rêxistinên demokratîk û kedê, parlamenterên HDP’ê û CHP’ê binçavkirina rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li ber avahiya Konseya Navendî ya TTB’ê ya li Enqereyê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Behçet Yildirim û Mahmut Togrul, parlamenterên CHP’ê Aytug Atici, SelÎn Sayek Soke, Şenal Sarihan, Alî Şeker, Orhan Saribal û Niyazî Nefî Kara, Serokê Giştî yê TMMOB’ê EmînKoramaz, Hevserokên Giştî yên KESK’ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyîk, Hevserokên Giştî yên SES’ê Gonul Erden û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    'NE MIRINA MIROVAN EM Ê JIYANÊ BIPARÊZIN’    Di daxuyaniyê de Hevseroka KESK’ê Gezen axivî û diyar kir ku ew xwedî li daxwaza aştiyê ya TTB’ê derdikevin û got: “Em li cem TTB’ê ne. Welatê me bi OHAL’ê tê birêvebirin. Ji ber ku mekanîzmayên AKP’ê biafirîne nemane, van zextên xwe dewam dike. Ji bilî OHAL û şer tu çareya AKP’ê nemaye. Em jî diyar dikin dikin ku li dijî şertên ku welat têde derbas dibe û îlegalkirina parlamentoyê ne. Bêguman em jî ne mirina mirovan em ê jiyanê biparêz in.”    ‘EM DIBÊJIN NA’    Parlamentera CHP’ê Boke jî bertek nîşanî operasyonê da û got ku ew jî vê rêveçûnê re dibinêjin na.    POLÎSAN MUDAXELE KIR    Piştî axaftinan polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Polîsan Parlamenterên HDP’ê Togrul û Yildirim bi dafdanê ji qadê dûr kir. Piştî rageşiya qewimî polîsan li ber avahiyê barîkat ava kir û kesî nêzî avahiyê nekir. Li derdorê maşîneyên zirxî û gelek polîs hatin bicihkirin.    BAYDEMÎR: DAXUYANIYA TTB’Ê BI RÛMET E   Piştî rageşiyê Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr jî hat destek da çalakvanan û got: “Em li cem hemû kesên şer naxwazin cih digirin. Em li gel TTB’ê ne. Daxuyaniya TTB’ê daxuyaniyek bi rûmet e. pêwîste her kes li dijî şer derbikeve.”