Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye 2018-01-30 13:15:05     STENBOL - Akademîsyen Prof. Dr. Buşra Ersanli ji ber ku îmze avêt bin danezana atiyê tê darizandin. Ersanli di parastina xwe de diyar kir ku mijara ku ew pê aciz be, mafê wê heye rêveberên welat rexne bike û ev tişt got: "Baweriya ji yek zanyariyê li dijî jiyanê ye. Dewleteke hiqûqê nikare bi vê rêyê darizandinê bike."   Danişîna doza 13 akademîsyenên îmze avêtin bin danezana "em ê nebin hevkarê vî sûcî" li 32'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam dike. Akademîsyenên Cemiyeta Derûniya Polîtîk a Navneteweyî û Lîga Mafên Mirovan a Fransayê û endamên Platforma Akademisyenên ji bo wekheviya Îsraîl-Fîlîstînê û gelek kesan doz şopand.   Di danişîna dozê de destpêkê Prof. Dr. Buşra Ersanli ya ji Zanîngeha Marmarayê teqewît bûyî parastin kir. Ersanli bal kişand ser dorpêça bajarên herêmê ya di dema qedexeya derketina derve de û ev tişt got: "Di mehên havînê yên sala 2015'an de pevçûnên li herêmê rû dan, ez ji van bandor bûm. Ji bo mirov ji van bandor bibe, pêwîstî bi akademîsyeniyê tune, tenê mirovbûn bes e. Tişten di medyaya civakî û dîtinbarî de derketin holê, ez wekî welatiyekî min hemû li ber çavan re derbas kir. Tiştên di raporên Yekitiya Tabîban, rapora Baroya Amedê, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KA) de derketin pêş, min hemû di lêpirsînê re derbas kirin. Mînak di rapora 18.11.2015'an de Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiriye, li Farqîn û Cizîrê 4 mehan qedexe dewam kiriye û gelek binpêkirinên mafan derketine holê. Agahiyên der barê hêzên ewlehiyê yên bê ceza mane, tê vegotin. Ev her du xisûsên di raporan de cih digirin."   Ersanli destnîşan kir ku rexnekirina rêvberên welat mafê wê ye û wiha got: "Mirovek dikare ji dewlet û hikumetê hêrs bibe. Her çendî metna îmzeyê ji bo hikumet û dewletê hişk be jî divê vê rexneya hişk erênî bibîne û danezanê erê bike."   'ÎDIANAME ZEXTAN LI ME DIKE'   Ersanli aşkera kir ku agahiyên ku hikumet û dewlet temîn dikin ew bi agahiyên muxalîfan re û ji gelek çavkaniyên cuda re rûqalî hev dikin û wisa dinirxînin û wiha pê de çû: "Em akademîsyen ji bo ji pirsgirêkên welat re çareseriyê bibînin, zanyariyê dafirînin, daxwazên xwe wiha datînin holê. Dibe ku hûn hilberîna me li hemberî mirin/pevçûnan bi lez û hişk jî bibînin. Hemû raporên ku me xwendine, dema em bi çavkaniyên fermî re rûqalî hev dikin, ev wezîfeya me ya esasî ye. Di pêvajoyeke ew qas xemgîn de, pirsgirêka welatê min a ez gelekî jê hez dikim û tu carî naxwazim dest jê berdim, anîna ziman wekî 'sûcê rêxistinê' pênasekirin û ji serî heta binî îdianame wiha amadekirin, me gelekî şaş dike. Ji her du aliyan ve jî, di warê kolektîf ve jî ev danezan azadiya remanê ye. Ev azadiya remanê ye, lê îdianame zextek wiha dike; tenê agahiyên ku dewlet û hikumet dide rastin, agahiyên baro û komele didin şaşin. Kesên agahiyên dewlet û hikumetê lêpirsîn bike sûcdarin. Hûn bi lêpirsîna wan, rêxistinên ne qanûnî û bi çek rewa didin nîşan."   Ersanlî got ku daxwaza wana aştiyê ne sûc e, heke bawerî tenê ji yek rastiyê bê ev hişmendî li dijî jiyanê ye.   Piştî parastina Ersanli, parêzer Aynur Tuncel Yazgan, xwest dosyaya bi hejmara 2016/65 a li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin, bê celpkirin (bînin).    Meqamê îdiayê daxwaza beraetê ya raste rast red kir, xwest di çarçoveya madeya 301'an a TCK'ê de, ji Wezareta Edaletê destûr bê xwestin. Her wiha meqama îdiayê celpkirina dosyayê ya li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin jî red kir.   Heyeta dadgehê piştî der barê îfadeyan de şîroveya xwe kir, daxwaza beraetê ya Ersanli red kir û doz avên 5'ê Nîsanê.   Danişîna dozê bi parastinên akademîsyenan dewam dike.