Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin 2018-01-30 11:33:57   STENBOL – Dozgeriyê der barê 3 parêzeran de bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kirine” lêpirsîn da destpêkirin. Hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, parêzeran îxbar kiriye.    Di 16’ê adara 2017’an de endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin parêzer Sînan Zîncîr, Tamer Dogan û Îrfan Arasan hatibûn binçavkirin. Piştî berdana parêzeran der barê her sê parêzeran de jî bi îdiaya “Heqaretê li Serokomar kiriye” lê pirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn li ser îxbarkirina Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolu yê ve hat destpêkirin. Mijara sûcdariyê jî parvekirinên medya civakî ye.   Li bendê ye parêzer roja pêncşemê biçin dozgeriyê û îfade bidin.