Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn 2018-01-30 10:20:05   WAN - Li navçeya Payîzavayê mînîbûs û kamyon li hev qelibîn, di qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn.   Li navçeya Payîzavayê ya Wanê, di saetên serê sibehê de li ser rêya Wan-Elbakê qeza pêk hat. Mînîbûs û kamyon li hev qelibîn, di qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn. Piştî qezayê îtfaye, ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî herêmê kirin.    Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.