Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin 2018-01-30 09:50:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlê CHP'ê Alî Şeker, diyar kir ku rêveberên TTB'ê yên li dijî êrîşên li ser Efrînê gotin "Ji şer re na, aştî a niha", der barê 11 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Şeker da zanîn ku der barê Serokê TTB'ê Raşît Tukel de jî binçavkirinê heye. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi daxuyaniyekê got ku "Ji şer re na, aştî a niha" operasyona li dijî Efrînê şermezar kiribû, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê 11 endamên Konseya Navendî yên TTB'ê de lêpirsîn da dextpêkirin û biryara binçavkirinê derxist.   Hat diyarkirin ku Serokê TTB'ê Prof. Dr. Raşît Tukel, Sezaî Berber, Sînan Adiyaman, Selma Gungor, Şeyhmus Gokalp, Hande Arpat, Ayfer Horasan, Taner Goren, Funda Obuz, Yaşar Ulutaş û Nazim Yilmaz der barê wan de biryara binçavkirinê derxistine.   Hat gotin Serokê Giştî Prof. Dr. Raşît Tukel li Enqereyê hatiye binçavkirin. Li Stenbol, Enqere, Amed û Eskîşehîrê kar û barên binçavkirinê tên kirin.   Biryara binçavkirinê Wekîlê CHP'ê Alî Şeker, biğ rêya hesabê xwe yê twîtterê parve kir. Şeker, ev parvekirin kir: "Emê ji wê desthilatdariya bêmerhamet a ku Serokê TTB'ê Raşît Tukel û endamên lijneya rêveberiyê binçav dike re stûyê xwe netewînin. Li ser 12'ê Îlona 1980'ê re 37 sal derbas bû û dîsa faşîzmê ev welat kir armanca êrîşan. Dê li dijî vê zilmê dîsa mirovahî û aştî bi ser keve. #EzligelTTB'ême."   ERDOGAN TTB KIRIBÛ ARMANC   Piştî TTB'ê daxuyanî da û xwedî li aştiyê derket, Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, TTB kiribû armanc û TTB'a aştî xwez wekî alîgirê 'terorê' pênase kiribû. Piştî gefên Erdogan, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê bi hinceta "Neteweya tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Meclisa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê, Hikumeta Komara Tirkiyeyê û saziyên darazê yên dewletê piçûk xistiye" û "Çîna civakî ya gel, nijad, ol, mesep an jî hin herêm û taybetmendiyên wan cuda daye nîşan, der barê beşekê de kîn û neyartî bi pêş xistiye" lêpirsîn da destpêkirin.