‘Duh Cizîr, îro Efrîn...' 2018-01-30 09:31:31 ŞIRNEX – Dayikên di qedexeya li Cizîrê de zarokên xwe winda kirin, diyar kirin ku dema ew di êrîşa li dijî Efrînê de kuştina sivîlan dibînin zarokên wan tên bîra wan û gotin: "Hûn ji bo Cizîrê bêdeng man, lê ji bo Efrînê bêdeng nemînin."  Dayikên di dema qedexeya derketina kolana a li Cizîra Şirnexê de zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li dijî Efrînê dan. Dayikan tiştên li Efrînê pêk tên şibandên ên li Cizîrê pêk hatin û gotin dema ew di bombebaranê de sivîlên dimirin dibînin, hîsên cuda li wan peyda dibin.    ‘DUH CIZÎR, ÎRO EFRÎN...'    Esmer Çikmaz, dayika Yasemîn Çikmaz a 16 salî ya dema li jêrzemînên Cizîrê li benda ambulansê bû hat kuştin û Vahap Çikmazê 22 salî yê di dema qedexeya derketina derve ya li Hezexê de hat kuştin, diyar kir ku tiştên malbatên li Efrînê dijîn û yên dayikên li herêmê dijîn heman êş e. Dayik Çikmaz destnîşan kir ku ne mafê kesî ye ku tiştên li Cizîrê bi gel dan jiyandin, li gelê Efrînê jî bên jiyandin û wiha domand: "Li kuçe û kolanên Cizîrê xwîna zarokên me heye. Kesên duh zarokên li Cizîrê kuştin, îro dixwazin li hemberî zarok, jin û sivîlên li Efrînê komkujiyan pêk bînin." Çikmaz bi lêv kir ku li dijî gelê kurd ev ne êrîşên ewil in, lê belê wê kurd heta dawiyê li ber xwe bidin. Çikmaz diyar kir ku wê êrîşên li dijî Efrînê tu encamê nedin û ev tişt gotin: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Wê gelê kurd bi ser bikeve. Kî hewl daye ku kurdan tune bike, ew tune bûye." Çikmaz balê kişand ser sivîlên di êrîşan de dimirin û wiha got: "Bi techîzatên giran dixwazin bajarekî tune bikin. Mafekî wan ê ku di bombebaranan de zarokan, jinan û gelê sivîl bikujin tune ye."    Çikmaz bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên Ewropayê kir û wiha got: "Hûn ji bo Cizîrê bêdeng man, lê ji bo Efrînê bêdeng nemînin." Çikmaz xwest demildest dawî li êrîşan bê.    'DEMA ZAROKÊN DIMIRIN DIBÎNIM CEMÎLEYA MIN TÊ BÎRA MIN'    Emîne Çagirga jî (dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî ya di qedexeya ewil a 8 rojan a li Cizîrê hat îlankirin de di 14'ê Îlona 2015'an dema li ber deriyê malê dilîst û hat kuştin û cenazeyê wê 3 rojan di sarincê de hat hiştin) bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan. Çagirga wiha got: "Di bombebarana Efrînê de her ku zarok û sivîlên tên kuştin dibînim, tiştên anîn serê Cizîrê û Cemîleya min tê bîra min."    ‘WÊ LI EFRÎNÊ TÊK BIÇIN'    Çagirga diyar kir ku ew dayikên kurd vê zilmê qebûl nakin û wiha got: "Li Kobaniyê têk çûn, wê li Efrînê jî têk biçin." Çagirga diyar kir ku wê êrîşên li dijî Efrînê tu encamê nedin û ew jin tim û tim li dijî şer in. Çagirga ku got "Êdî bila tu zarok di hemêza dayika xwe de nemirin" wiha axivî: "Li gel hemû êşên min kişandine dîsa jî dibêjim êdî bes e. Bang li hemû kesên aştîxwaz dikim; êdî em ji van şeran re bêjin bes e. Em dengê xwe bilind bikin."