‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe' 2018-01-30 09:28:08 AMED- Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan ku di nav xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd de cih digire wiha got: "Ger îro Efrîn wek ruhê sekneke me ya bi hev re dernekeve holê, sibê li hemberî dîrokê wê kesek ji me jî nikaribe derkeve pêşberî mirovên xwe."  Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di nav xebatên yekîtiya netewî ya kurd de cih digire, destnîşan kir ku bi êrîşên li dijî Efrînê re careke din pêdiviya ji bo yekîtiya netewî derket holê. Gokkan wiha got: "Ger îro Efrîn wek ruhê sekneke me ya bi hev re dernekeve holê, sibê li hemberî dîrokê wê kesek ji me jî nikaribe derkeve pêşberî mirovên xwe."    Gokkan destnîşan kir ku daxwaza civakê ya ji bo yekîtiya netewî ya kurd zêde ye û bi pêvajoya niha re careke din derket holê ku ka pêdivî çi qas bi yekîtiyê heye. Gokkan ev tişt gotin: "Kurd dabeşî çar perçeyan hatine kirin. Dema neyên gel hev dibin heşt perçe. Ji ber vê yekîtî tiştekî pir lezgîn e. Tu derdorek tune ye ku nebêje pêdivî bi yekîtiyê tune ye. Me jinan 'Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî' ava kir. Di serdemeke wisa de divê ev tişt bên lezandin. Çimkî dîrokê gelek tişt nîşanî me da. Azadiya civakên perçebûyî pêvajoyeke zaf êşbar û dirêj dihebîne. Hema bêje nîv qirn e ku kurd ji bo azadiyê têdikoşin. Dema mirov nebe yek, hêzên hegemon ên te perçe kirine bi rihetî êrîşî daxwazên te yên ji bo azadiyê dikin."    ‘GER YEKÎTÎ TUNE BE...'    Gokkan bi lêv kir ku di dîrokê de ew gelek encamên ji ber nebûna yekîtiya kurdan dibînin û ferasetên hegemoniyî îmhakirina kurdan wek destketinekê dibînin. Gokkan anî ziman ku ji ber van îmhakirinan kurd zêde zêde xwedî tecrûbe ne û wiha domand: "Bi van êrîşên li dijî Efrînê careke din derket holê ku ka pêdivî çi qas bi yekîtiya netewî heye. Ger ev yekîtî çê nebe ji bo fetisandina te li cihên biçûçik polîtîka tên pêşvexistin."    Gokkan anî ziman ku wê jin pêşengiya yekîtiya netewî ya kurd bikin û divê kurd bi awayekî awarte bên gel hev. Gokkan bi lêv kir ku Tirkiye polîtîkaya ku kurdê cînarê xwe wek dostan bibîne terikandiye û wan wek dijmin dibîne. Gokkan ev tişt gotin: "Berê Recep Tayyip kurdê cînarê xwe wek dostê xwe didît. Lê me dît bê çawa êrîşî Kerkûkê kirin. Êdî kurd bi êrîşên dijwar ên kesên ku kurdên cînarê xwe jî dost nabîne re rû bi rû dimînin. Ger îro Efrîn wek ruhê sekneke me ya bi hev re dernekeve holê, sibê li hemberî dîrokê wê kesek ji me jî nikaribe derkeve pêşberî mirovên xwe. Divê hemû berpirsiyar bên gel hev, berxwedana Efrînê wek gav avêtinekê derxînin hêlê."    ‘TIRKIYE WEHŞETÊ ROMANTÎZE DIKE'    Gokkan destnîşan kir ku Tirkiye wehşetê romantîze dike. Gokkan êrîşên li dijî rojnameya Afrîkayê ya li Kibrisê tê weşandin jî bi bîr xist û got dema Tirkiye îfşa dibe, êrîşkar dibe. Gokkan destnîşan kir ku dema serdest behsa aştiyê dikin jî amadekariyên şer dikin û wiha domand: "Ev polîtîkayên talankirina mirovan ên îktîdaran e. Ev ji bo hemû serdestan têbor e. Faşîzmek yanî neo-faşîzmek tê berbelavkirin." Gokkan helwesta DYA'yê jî rexne kir û got ji nesîhetan wêdetir naçe û dixwaze êrîş bi awayekî kontrolî bên kirin.    ‘EFRÎN MÎLADA CÎHANÊ YE'    Gokkan destnîşan kir ku Efrîn ji bo dîroka cîhanê mîlad e û ev tişt gotin: "Efrîn niha bi berxwedana xwe nîşanî gelê cîhanê dide ka berxwedana bi hev re çawa ye. Berxwedana li Efrînê berxwedana ku ji nû ve mirovatiyê vedijîne. Efrîn van tiştan hemûyan bi pêşengiya jinê dike. Mînakeke bi vî awayî li tu devera cîhanê tune ye. Berxwedana jinê feraseta mêrî serobino kiriye."    MA / Rifat Şahin