SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne 2018-01-29 17:32:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), UNÎCEF û SORH'ê diyar kirin ku ji ber bombekirina li Efrînê kuştina sivilan zêde dibe. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye SORH'ê diyar kir ku li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin. SANA jî diyar kir ku 86 sivîl hatin kuştin û 198  sivîl birîndar bûne.  Saziyên mafên mirovan yên Ewropa û Sûriye têkildarî operasyona li dijî Efrînê daxuyani dan û diyar kirin ku ji ber bombekirina li Efrînê hêjmara sivîlên tên kuştin zêde dibin. Rêxistinên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), UNÎCEF û SORH û saziyên tenduristiyê yên Efrînê diyar kirin ku ji ber bombekirina li Efrînê kuştina sivilan zêde dibe. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye SORH'ê diyar kir ku li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin.    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antonio Guterres, Stephane Dujarric hefteya borî roja sêşemê civîna çapemeniyê ya hefteyî pêk anî û diyar kir ku ji ber şer û bombekirinê sivil tên kuştin. Dujarric, bang li hemû parazvanên mafên mirovan kir û xwest sivîlan biparêzin.    Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî roja înê civîna çapemeniyê pêk anî û bal kişand ser kuştinan. UNICEF'ê diyar kir ku li Bakurê Sûriye li bajarê Afrinê ji ber şerê dijwar herî kêm 11 zarok hatin kuştin û zêdetir zarok birîndar bûne. UNICEF'ê da zanîn ku kampên zêdeyî 125 hezar mirov ên ji şerê Suriye reviyane û hatine li vir dijîn hene û di di nava şert û mercên dijwar de dijîn.    Di wêneyê Ajansa Nûçeyan a Fransizan AFP li Efrînê kişandin jî tê dîtin ku di nava kesên hatin kuştin û birîndar bûn de gelek zarok hene.    SOHR: 51 sivîl hatin kuştin.    Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye SORH'ê diyar kir ku li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin. SOHR, diyar kir ku di nava sivîlên hatin kuştin jê 17 kes zarok in.b    Rayedarên nexweşxaneyê ku agahî dan BBC'ê jî diyar kirin ku heta roja Pêncşemê herî kêm 40 sivîl hatibûn kuştin û 128 sivîl birîndar bûbûn.   Ajansa fermî ya Sûriye SANA jî diyar kir ku 86 sivîl hatin kuştin.  Li gorî nûçeya SANA  ku roja yekşemê hat weşandin diyar kir ku bi giştî 86 sivîl hatin kuştin û 198  sivîl birîndar bûne.