Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan 2018-01-29 17:15:58   MÊRSÎN/OSMANIYE – Li Mêrsînê endamê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan û 4 endamên HDP’ê ku li Osmaniyeyê belavok belav dikirin hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Di 25’ê çile de polîsan li Mêrsînê endamê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan bi hinceta di medya civakî de der barê Efrînê de parvekirin kiriye ew binçav kiribûn. Dogan piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan derxistin edliyê. Dogan piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.    LI OSMANIYEYÊ 4 KES HATIN BERDAN    Di 24’ê çile de li Osmaniyeyê jî Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî Sevgûl Aydin û rêveberên HDP’ê Fahriye Aktaş, Mehmet Nasîn Aktaş û Niyet Ozdemîr Alp hatibûn binçavkirin. Rêveberên HDP’ê bi boneya kongreya giştî ya HDP’ê ya dê di 11’ê sibatê bê lidarxistin bi hinceta belavok belav kirine hatibûn binçavkirin. Rêveberên HDP’ê piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan derxistin edliyê.    Dozgeriyê bi îdîaya “Temînkirina fînansa rêxistinê” îfadeyê her 4 HDP’iyan girt û pişt re serbest berda.