Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir 2018-01-29 16:00:06   HELEPÇE  - Zanîngeha Helebçe bi armanca piştgiriyê bide berxwedana gelê Efrînê kampanya da destpêkirin û êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê şermezar kir.   Rêveber, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Helebçe bi armanca êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê şermezar bike û piştgiriyê bide gelê Efrînê dest bi kampanyayê kirin. Rêveberiya Zaningehê kampanya bi daxuyaniyek çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Rêveberê Fakûlteya Zanîste Mirovanekan li Zanîngeha Helebce Nerîman Ebdullah, daxuyanî xwend û wiha got: “Bi navê serokatiya zanîngeh, tevahî mamosta, xwendekar û karmendên Zanîngeha Helebce berxwedana gelê Efrînê silav dikin. Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser welatên sivîl bi tundî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku ev leşkerkêşiye demek pêş a din bê rawestandin. Artêşa Tirk vegere sînorê xwe. Êrîşên li ser gelê Kurd rawestîne.    DÎROK WEKÎ ENFAL XWE DUBARE DIKE   Neriman Ebdullah di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Mixabin ku carek din dîrok xwe dubare dike. Weke Enfal, kîmyabaran û komkujiyên dijî Kurdan û çarenûsa vî gelî, Efrîn jî dikeve ber pêşbaziya navnetewî û herêmî. Rêxistinên mafê mirov û civaka navnetewî jî li hemberî vî sûcî bêdengin.”