Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand 2018-01-29 15:37:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Balikesîrê welatiyekî ji bo kar serî li şaredariyê da, piştî ji hundur derket agir berda xwe.   Krîza aborî û bê karî her li Tirkiyeyê zêde dibe, tengezariya di civakê de jî zêde dibe. Hat diyarkirin ku karker Muhterem Bîrgul li Balikesîrê ji bo kar serî li şaredariyê da, piştî ji hundur derket li ber şaredariyê agir berda xwe.   Li gorî agahiyan Bîrgul li ber avahiya li nêzî şaredariya Altieylul û Karesiyê agir berdaye xwe, welatiyên herêmê mudaxale kirine û bi ambulansê rakirine nexweşxaneyê.   Hat aşkerakirin ku Bîrgul bê kar e, ji bo kar gelek caran serî li şaredariyê daye û xwestiye karekî bidin wî. Lê piştî serlêdanên wî bê encam man, li ber şaredariyê agir berda xwe.   AYDIN JÎ LI BER TBMM'Ê XWE ŞEWITANDIBÛ   Di 15'ê Çileyê 2018'an de li karker Sitki Aydin jî li ber TBMM'ê agir berdabû bedena xwe û rakiribûn nexweşxaneyê. Rûyê Aydin bi tevahî şewitî bû û demekê hat dermankirin. Aydin diyar kir ku demek dirêj e ew bê kar e û li tu derî kar nedîtiye û ji ber ku nan nabe mala xwe çalakiyeke wiha pêk aniye.