Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê 2018-01-29 15:17:54 EDENE - Girtiyê nexweşê epîlepsiyê Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye, piştî hewldanan rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Hêrs û Ruhî ya Bakirkoyê û tê dermankirin. Girtiyê nexweşê epîlepsiyê Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye, di 24'ê Çileyê der rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Hêrs û Ruhî ya Bakirkoyê. Kurapê Keleş Uzeyîr Kilgi der barê rewşê de agahî da, aşkera kir ku Keleş niha li nexweşxaneyê ye.   Kilgi diyar kir ku salek bû ji bo Keleş li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê dermankirin, divê careke din raporek bidanê û ji bo vê têkoşîn dihat dayîn û wiha got: "Me serî li her derê da. Lê me tu encam negirt. Wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, rewşa Keleş bir meclisê, bi Miduryeta Giştî ya Ceza û Wezareta Edaletê re hevdîtin pêk anî. Me berî mehekê serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Bersiv dan serlêdana me û gotin ku 'Şerên girtîgehê ji bo jiyana wî tiştên neyînî nayne û dikare jiyana xwe bi tena serê xwe derbas bike.' Serlêdana me red kirin. Çi bû em nizanin, di 24'ê Çileyê de rakirin nexweşxaneyê."   'GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA’   Kilgi diyar kir ku wan her hefteyê xwestiye bi rêya telefonê bi Keleş re biaxivin, lê her carê gotine ku "Selamî Kelş li vir e" û û wiha pê de çû: "Hevalên wî yên koxûşê gotin 'Selamî Keleş birin; lê birin ku em nizain.' Li ser van agahiyan em pê hisiyan. Em bi derfetên xwe hîn bûn ku Keleş li Nexwexaneya Bakirkoyê ye."   Kilgi da zanîn ku îro parêzerê wî çûye nexweşxaneyê, nê nehiştine miwekîlê xwe bibîne, bi bijîşkan re axivî ye û wiha dirêjî da axatina xwe: "Parêzer bi bijîşk re hevdîtin kiriye. Niha tê dermankirin. Li gorî demên borî rewşa wî baş e. Em dixwazin Keleş serbest bê berdan û li gel malbata xwe bê dermankirin."