Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!' 2018-01-29 13:34:50   STENBOL - 64'emîn danişîna doza cînayeta Gerînendeyê Weşana Gîştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk dê bihata dîtin, lê ji ber ku dozgerê HSK'ê bi destûr bû, dozgerekî din li cihê wî peywirdar kirin û dê doz piştî nîvro dest pê bike.   Di carçoveya 64'emîn danişîna doza cînayeta Gerînendeyê Weşana Gîştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk de, leşkerên li Trabzon û Samsunê peywirdar bûn û di dozê de tên darizandin, dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê dê dest pê bike. Di dozê de 11 jê girtî 85 peywirdarên cemaweriyê û leşker tên darizandin. Ji ber ku dozgerê dozê bi destûr bû, Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) li cihê dozgerê bi destûr dozgerekî demborî peywirdar kir. Heyeta dadgehê diyar kir ku dê doz piştî nîvro dest pê bike.