Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê' 2018-01-29 13:30:10   STENBOL – Doza cînayeta Gulay Yaşar a hat îdîakirin ku hevserê wê Muhittin Ozcoşkun ew kuştiye şandin "Buroya Lihevkirinê".    Doza cînayeta Gulay Yaşar a hat îdîakirin ku hevsere wê Muhîttîn Ozçoşkun ew kuştiye û niha serbest tê darisandin şandin "Buroya Lihevkirinê.  Gulay Yaşar di 28'ê Tebaxa 2011'an de  li Tarabay a Sariyera Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku hevserê wê Muhittin Ozçoşkun ew ji heywanê avêtiye. Li ser vê yekê der barê hevserê Gulay Yaşar ê berê Muhîttîn Ozcoşkun de doz hat vekirin û heta 6 salan ceza hat xwestin. Piştre Dadgeha bilind doz xerakir û ji nûve doz hat ditin.    Danişîna dozê li 12'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Di danişîna dozê de bersûc Ozcoşkun  ê serbest tê darizandin û endamên Platforma Em dê Cînayetê Jinan Rawestinin amade bûn. Piştî tespita nasnameyan bersûc Ozcoşkun, parastin kir. Piştî parastinê dadger xwest dosyayê bişîne "Buroya Lêpirsînê". Li ser vê yekê parêzerê malbata Gulay Yaşar Prz. Esin Yeşilirmak, li dijî vê yekê derket û diyar kir ku ew lihevkirinê qebûl nakin.    Lê tevî îtîraza  parêzer heyeta dadgehê biryar da ku dozê bişîne "Buroya Lihevkirinê."    Piştî danişînê endama Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin Nur Guler, li ser navê platformê axivî û wiha got: "Ji ber ku daxwaza Gulay Yaşar a parastinê nehat qebûlkirin Gulay jiyana xwe ji dest da. Sala 2017'an 409 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Her meh û her sal em dibin şahidê kuştina jinan. Gulay 7 sal bere daxwaza parastinê kiribû. Lê tevî vê yekê daxwaza wê nehat bersivandin û herî dawî bi awayekî şik jiyana xwe ji dest da. Em dê jibo hemû jinên hatin kuştin têkoşina hiqûqê berdewam bikin."    Parêzera malbatê Esin Yeşilirmak jî diyar kir ku malbat qet vê pêşniyara lihevkirinê qebûl nake. Prz. Yeşîlirmak, anî zimn ku ew ve yekûl nakin û heta encam bistînin dê têkoşînaxwe berdewam bikin.    Komê piştre dirûşmeya “Em ji bo Gulay edaletê dixwazin" berz kirin."