Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin 2018-01-29 13:06:17   EFRÎN - Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê Dr. Ciwan Mihemed, diyar kir ku kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, herî zêde jin û zarokin. Der barê êrîşa li dijî Wargteha Rûbarê de jî ev agahî da: "Malbat koçerên ereb e. Gelek cenazeyên ku parçe parçe bûne tev yên zarokan e. Kîjan parçe yê kîjan cenazeyî ye nayê zanîn."   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê wê êrîşên xwe yên li dijî navçeyên Cindirês, Şêrawa, Reco û Şiyê yên Efrînê di roja 10'emîn de dewam dikinin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), piştî bersiv dan êrîşên wan şerên dijwar li herêmê diqewimin û balafirên şer herî zêde welatiyên sivîl bombe dikin.   Ji 3 nexweşxaneyên li Efrînê, yek jî Nexweşxaneya Avrînê ye û Serbijîşkê nexweşxaneyê Dr. Ciwan Mihemed, destnîşan kir ku mirî û birîndarên ku anîne nexweşxaneyê, zêdehî jin û zarokin.   CENAZE DI BINÊ KELEFEYAN DE NE   Dr. Mihemed aşkera kir ku 10 roj e bê navber êriş dewam dikin, hema bêje her roj cenazeyê zarokan tên û wiha got: "Hêj gelek cenaze di binê kelefeyan de ne. Ji derveyê kuştiyên Wargeha Rûbarê, heta niha 36 cenaze anîn nexweşxaneya me, 12 ji wan cenazeyê zarokan, 17 kal û pîrin. 60 birîndar anîne nexweşxaneyê. Dîsa zêdehiya birîndaran jin û zarokin. Gelek mirov di malên xwe de birîndar bû. Li gundê Cilbirê malbata ji 8 kesat bi tevahî kuştin. Dîsa li Mabatayê malbata ji 7 kesan tenê kesek maye."   'CENAZE PARÇE BARÇE BÛNE'   Dr. Mihemed der barê Wargeha Rûbarê de jî agahî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Cenazeyên parçe barçeyî hene, balafir nahêlin em wan cenazeyan bigirin. Malbat ji koçerên ereb e. Zêdehiya cenazeyan aydê zarokan e. Qasî 20 kesan parçe parçe bûne. Me parçeyên wan berhev nekirin. Kîjan parçe aydê kîjan cenazeyî ye nayê zanîn. Zêdehiya miriyan zarokin. Em xwe bigihînin cenazeyên din emê agahiyên der barê wan de parve bikin."   MA / Nazim Daştan