Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin 2018-01-29 12:22:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê desteya rêveber a polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Tu sedemek mafdar a êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê tune. Divê welatên cîhanê li hember bêdeng nebin."  Berpirsê desteya rêveber a Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar têkildarî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî. Bextiyar xwest welatên cîhanê li hemberî êrîşan bêdeng nebin û wiha got: "Em wekî YNK êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar dikin. Ev neheqiye li ser her netewek an xakek be. Dewleta Tirk li Efrînê rojane êrîşê ser gelê Kurd dike. Tu sedemek xwe yê mafdar nîne. Divê welatên cîhanê li  hemberî van êrîşan bêdengiya xwe bi dawî bikin.”   Mele Bextiyar, destnîşan kir ku Tirkiye bi navê ‘Zeytunê’ de êrîşê ser xaka Efrînê dike û wiha berdewam kir: "Belê nizane ku li Efrînê 10 milyon şitlên zeytonan hene. Rojane 70-80 balafirên şer, bi sedan tang û topan darên zeytonê û welatiyên bê sûc şehîd dike. Ji bo wê jî divê bipirsin, çawa dibe dewleta Tirk dibin navê zeyton de êrîşê ser Efrînê bike. Bi taybetî herêmek herî mezin a darên zeytonê dê bike goristana mirov û şitilan.”   Mele Bextiyar herî dawî anî ziman ku weki YNK'ê dixwazin Tirkiye di demek nêzîk de êrîşên xwe bi dawî bike û diyalogê bidin destpêkirin û wiha bi dawi kir: “Çend salin Efrîn hatiye azadkirin. Gelê wê dixwaze bi aştiyane bijî. Mafên xwe yên siyasî û însanî bidest xistine. Nabe welatên cîhanê li hemberî van êrîşan bêhelwest bin. Ti sedemek mafdar ê van êrîşan jî nîne.”