Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin 2018-01-29 12:21:56 EFRÎN - Balafirên TSK'ê duh Wargeha Rûbarê bombe ya li Efrînê kir, malbata ereb a ji 25 kesan pêk dihat, 7 kes ji rizgar bûn, ji ber bombebaranê cenazê 18 kesan nayên rakirin. Mihemed Kîno bi birîndarî rizgar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin wiha axivî: "Cihê ku malbata me lê dima bombe kirin. Balafirên Erdogan bombe kir." Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayên wê, di roja 10'emîn de Efrînê ji hewa û bejahî ve bombe dikin. Duh balafiran TSK'ê Wargeha Rûparê bombe kir û ji malbata ereb a ji 25 kesan, tenê 7 kes jê man hemûyan jiyana xwe ji dest da. Malbata Kîno ji komên OSO'yê revî bûn û li Wargeha Rûbarê bi cih bûbûn. Di êrîşa balafiran de ferdên malbatê ên bi navê Mihemed (27), Abdullah (55), Mihemed (6), Ledîriye (18), Rehef (4), Ebdo (4) û Husne Kîno (2) li Nexweşxaneya Avrînê tên dermankirin. Cenazê 18 kesan ji ber bombebaranê nikarin ji herêmê bên girtin.   'BALAFIRÊN ERDOGAN LI ME DAN'   Mihemed Kîndo yê 27 salî di êrîşa balafiran de birîndar bû û li Nexweşxaneya Avrînê tê dermankirin, di nav hêsirên çavan de wê kêliyê vedibêje. Kîno aşkera kir ku ji malbata wî dayik, xwişk û bira, zarokên wî hatine kuştin û wiha axivî: "Em ji ber zilma wan ji Şehbayê revîn hatin wargehê. Em wekî erebên koçer tên zanîn. Sewalên me hene û em li wan mêze dikin. Ji bo bêhna wan nekeve wargehê me konên xwe hinekî dûrê wargehê danîbûn. Cihê ku malbata me lê bû hat bombekirin. Li zarokên min dan. Xwedê hesabê vê zilmê ji Erdogan bixwaze. Xwedê vê ji wan re nehêle. Balafirên Erdogan li me dan."   ŞÊNIYÊN WARGEHÊ EREB Û TIRKMENIN   Wargeha ku 5 hezar penaber lê dijîn, li gundê Gubelê yê navçeya Şêrawayê ye. Malbatên ji ber zilma OSO'yê revîbûn li vê wargehê diman. Welatiyên ereb û tirkmenên ji Hama, Humus, Halep, Şam, Idlib û Kuneytîrê hatibûn li wargehê dina û wargeh di armanca balafirên şer de ye.    MA / Nazim Daştan