Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat 2018-01-29 11:53:22   ENQERE - Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir ji ber got "Efrîn hatiye dagirkirin" lêpirsin da destpêkirin.    Operasyona TSK-OSO ya li dijî Efrînê di roja 10'an de berdewam dike. Piştî operasyonê ji ber welatiyên sivîl di bombebarana li Efrînê de jiyana xwe ji dest dan, parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr wêneyê sivîlên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane li meclîsê parve kirin û got "Efrîn hatiye dagirkirin". Piştî daxuyaniya Baydemîr a li meclîsê, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê Baydemîr de lêpirsîn da destpêkirin.