Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan 2018-01-29 11:38:42   SILÊMANÎ - Bi deh hezaran kesên ku di navde mamoste, bijîşk, rewşenbir, parlamenter û nûnerê rêxistinên demokratîk hene ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê û êrîşa li ser Efrînê şermezar bikin meşiyan. Li Til Temir ji bi hezaran kes meşiyan.    Êrîşa TSK-OSO ya li ser Efrînê ku di roja 20'ê Çile de dest pê kir, di roja 10'an de berdewam dike. Li hemû welatên cihanê li dijî êrîşên li ser Efrînê her ku diçe zêde dibe. Li Silêmanî jî bi hezaran kesên di navde mamoste, bijîşk, rewşenbir, parlamenter û nûnerê rêxistinên demokratîk hene ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê û êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê şermezar bikin daketin qadan û dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên tev li meşê bûn bê navber dirûşmeyên "Efrîn" û dirûşmeyên ku êrîşa TSK'ê û Tirkiye şermezar dikin meşiyan.  Dîsa gelek pankart û dowîzên ku piştgiriyê didin Efrînê û êrîşan şermezar dikin vekirin.    Li ser navê Eniya Efrînê Mamoste Hêmin piştî meşê axivî û êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Sedan sal in xwîn, rondikên çavan û zilm li gelê me rewa dibînin. Ev yek her carê bi maskeyeke cuda hate kirin. Dewleta Tirk îro dixwaze Efrînê dagir bike. Ya ku êrîş lê tê kirin modela azad a gelê me yê li wir e. Heta niha bi sedan mirovên me hatin kuştin."   Mamoste Hêmin bang li rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî kir ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin û bikevin nava liv û tevgerê û wiha berdewamkir: "Em ê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin."   Ji Tevgera Goran Parlamenter Perwa Elî li ser navê Parlamenta Başûrê Kurdistanê axivî û anî ziman ku Tirkiye bi rengekî vekirî Efrîn dagir kiriye û êrîşî gelê Kurd dike. Elî destnîşan kir ku divê parlamenta Başûrê Kurdistanê bêdeng nemîne û bi bîr xist hejmara baregehên leşkerî Yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bûne 18. Elî got, "Ji bo girtina van baregehên leşkerî berê parlamentê biryar dabû. Divê gava di vî warî de tavilê were avêtin. Ez berxwedana Efrînê silav dikim, Efrîn bi tenê nîne."   Li ser navê KNK'ê Abdullah Mele Nûrî peyivî û anî ziman ku Tirkiye li dijî hemû Kurdan şer îlan kiriye û got: "Amed, Hewlêr, Silêmanî, Cizîr, Mahabad hemû Kurdistan bi vê zane. Li dijî vê divê em bibin yek."   Serokê Yekîtiya Alimên Olî ya Kurdistanê Mele Necmeddîn jî wiha got: "Ez ê tiştekî siyasî nebêjim. Erdogan ê sextekar bi bikaranîna ol li dijî Kurdan şer dike. Ya emê li dijî vê bibin yek û bi ser bikevin, ya jî em ê hemû şehîd bikevin. Efrîn wê nekeve. Em ê destûra vê nedin."   Piştî çalakiyê hat ragihandin ku komek ji ciwanan wê sibe ji Silêmanî biçe Efrînê.   TIL TEMIR    Li Til Temirê jî bi heman armancê bi hezaran kes daketin kolanan û meşiyan.