Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da 2018-01-29 11:14:27   NAVENDA NÛÇEYA - Muharrem Înce dî 36'emîn Komcivîna Asayî ya CHP'ê de bû namzetê serokatiyê, diyar kir ku di mijara destnedanan de helwesta CHP'ê ne ecibandiye û wiha got: "Rêveberiya CHP'ê dengê erê da. Ji ber ku tirsiyan, heke bêjin 'Na' dê biketa xeta HDP'ê. Siyaset wiha nayê kirin."   Partiya Gel a Komarê (CHP) piştî 4 rojan 36'emîn Komcivîna Asayî pêk tîne, Wekîlê Yalovayê Muharrem Înce li hemberî Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu dibe namzet. Înce ji Sozcuyê re axivî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye dê bê hilbijartin û ev tişt got: "Tirkiye di cudahiya rêyekê de ye, ji bo di Tirkiyeya bûye bendbendî (kutuplaşma) de li hevhatinê pêk bînim, dibin namzet."   Înce da zanîn ku ewê destpêkê di CHP'ê de guhertinê pêk bîne û wiha axivî: "Destpêkê di CHP'ê de şoreş û pişt re di Tirkiyeyê de şoreşê dê pêk bê. Di cih de rêvebirin û bingehê de demokrasiya tevlêbûyî dê pêk were." Înce got ku her derê Tirkiyeyê di çembera agir de ye û wiha pê de çû: "Ez bawer dikim Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe yên hundur û derve dikare bi 'aştiyê' pêk bîne. Her derê Tirkiyeyê çembera agir e. Tu cîranê me yê bê pirsgirêk tune."   'CHP TIRSIYA'   Înce destnîşan kir ku ew di warê destnedna wekîlan de helwesta CHP'ê naecibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şeklê siyaseta ku ez dikim li ser du rêgezekî rûniştî ye. Rêveberiya CHP'ê dengê 'Erê' da. Ji ber ku HDP'ê digot 'Na.' Ditirsiyan ku digotin heke 'em bêjin na' emê bikevin ser xeta HDP'ê. Siyaseteke wiha tune. Siyaset li ser rêgezan tê kirin. HDP bêje 'heyv peyk e' emê bêjin 'Na heyv gerestêrk e.' Siyaset wiha nayê kirin."