Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn 2018-01-29 09:29:55   ÊLIH - Rojnamevan Şerîfe Orûç a ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin, diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî red kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha Orûç got bi ser hevalên wan ên bi tirkî nizanin de çûne û ji bo van hevalên wan wiha hatiye gotin: "Ev der Xarpêt e bi tirkî biaxive ûlan."    Nûçegihana DÎHA'yê (a bi KHK'ê hat girtin) rojnamevan Şerîfe Orûç a dema li Êlihê nûçe dişopand hat binçavkirin û di 5'ê Tîrmeha 2016'an de hat girtin, di 17'ê Çileyê de tevî 3 girtiyên jin ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin. Li têketina Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, gardiyanan lêgerîna tazî li rojnamevan Orûç û girtiyên bi navê Songul Aydin, Gurbet Çiçek û Dîlan Ayê ferz kir. 4 jinên girtî yên lêgerîna tazî red kirin, îdareya girtîgehê der barê wan de du lêpirsînên dîsîplînê dan destpêkirin.    Orûç, lêpirsîna der barê wan de hatiye destpêkirin bi riya nameyekê ragihand Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û tiştên di dema sewqê de bi wan re rû bi rû dimînin nivîsand. orûç di nameya xwe de anî ziman ku wan giliyê gardiyanên ku lêgerîna tazî li wan ferz kiriye kiriye, lê bi navbeynkariya gardiyanên din wan giliya xwe bi paş ve kişandiye, lê belê 2 roj şûn de vê carê gardiyanan der barê wan de girtek girtine û der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.    Orûç got bi ser hevalên wan ên bi tirkî nizanin de çûne û ji bo van hevalên wan wiha hatiye gotin: "Ev der Xarpêt e bi tirkî biaxive ûlan." Her wiha Orûç got hin amûrên wan jî hatine desteserkirin.