Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye! 2018-01-29 09:27:48 ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, asfaltên hatibûn rijandin û bi milyaran mesref li wan çûbû, qeyûmên tayînî şaredariya bajêr û navçeyên wê hatin kirin rakirin û paşê li şûna wan asfalt nehat rijandin. Ji ber baranê êdî rê naxuyên û li nêv wan golên biçûk çê bûne.  Li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Hezexê, piştî qedexeyên derketina kolanan ên 2 sal berê hatibûn îlankirin Muduriyeta Giştî ya Riyên bejahiyî û qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin asfaltên hatibûn rijandin rakirin, lê belê li şûna wan a nû nehat rijandin. Asfaltên ku nêzî 3 meh berê xebatên ji bo rakirina wan hat destpêkirin, hin deverên wan bi keviran hat dagirtin.    BI MILYONAN PERE BERBA BÛ    Bi propagandaya "Ji bo berpêşiya jiyaneke bikonfor xizmet didome" kolandina riyan hat destpêkirin û bi milyaran pere ji bo wan hat xerckirin. Lê belê qenalîzasyon û boriyên avê yên hatin derpêşkirin nû hatine çêkirin wek hincet hatin nîşandan. Bankaya Îllerê ji bo rakirina asfaltê nêzî 100 milyon TL dabû şaredariya navendî û şaredariyên navçeyan û di dema rakirinê de gelek welatî bi awayekî neyînî tesîr jê girtin.    Di demên dawî de li tevahiya bajar baraneke dijwar dibare û ji ber vê baranê li nêv hemû riyan golên biçûk çê bûne. Li hin deverên van riyên koncalên 50 santîmetre çê bûne û êdî welatî nikarin bi rihetî bimeşin. Her wiha li kuçe û kolanan jî gelek wesayît di heriyê de dimînin. Welatiyan îroniya "Qeyûm me ji bo Survivorê amade dikin" kirin bertek nîşanî rewşa heyî dan û xwestin demildest riyan bikin wek berê.