Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike 2018-01-29 09:27:00 ENQERE - Penaberê ji Telaferê M.Ş. diyar kir ku piştî DAIŞ'ê Telaferê dagir kir, neçar maye koçî Tirkiyeyê bike û got: "Polîs ji bo min bi zorê tev li OSO'yê bike, zext li min kirin û got biçe li dijî kurdan şer bike." Êrîşên li dijî Efrînê berdewam dikin, zextên desthilatdariyê li ser welatiyan dewam dike û yek din jî li van zextan zêde bû. Piştî DAIŞ'ê hin bajarên Iraqê dagir kirin, gelek penaberên bi eslê xwe tirkmen ji Iraqê revîn û hatin Tirkiyeyê. Ji wan yek jî M.Ş. ye. M.Ş. aşkera kir ku ew li Enqereyê dijî û polîs zext li wî kirine ku ew tev li OSO'yê bibe.   M.Ş. destnîşan kir ku demek berê polîsan avêtiye ser mala wan, bi pehîna li piyê wî dane û ev tişt got: "Got ku 'Çi karê te li vir heye. Biçin tev li OSO û Haşdî Şabî bin û li dijî kurdan şer bikin.' Gef xwarin û heqaret li me kirin."   ‘BI PEHÎNAN LI PIYÊ MIN DA’   M.Ş. bêyî ku agahiyên der barê xwe de bide, tiştên hatin serê wî wiha vegot: "Bûyer demek berê pêk hat. Mala ku ez lê bûm, polîs hatinê û ez ji malê derxistim. Gelek navên ku ez nas nakim ji min pirsîn, gotin tu nas dikî an na. Min got ez nas nakim. Gotin 'Çavên me li ser te ne' û gef li min xwarin. Pişt re bi pehînan li piyê min dan û gotin 'Li Tirkiyeyê çi karê te heye. Biçe tev li OSO û Haşdî Şabî bibe. Ew li wir li dijî kurdan şer dikin. Hûn hatine li vir radikevin.' Wekî ku dijminê wan li hemberî wan bin, li me mêze dikin."   HEMAN BÛYER LI RIHAYÊ JÎ QEWIMÎ   Heman bûyer li Rihayê jî pêk hatibû û Ajansa dihaber'ê ya bi KHK'ê hat girtin, ev bûyer anîbû rojevê.   Di 9'ê Sibata 2017'an de, nûçeya der barê bûyerê de bi sernavê "Li emniyetê zexta tev li OSO'yê bibin' hatibû weşandin. B.O. yê li Rihayê hat binçavkirin, diyar kiribû ku li emniyetê polîsan zext li wan kirine û xwestine tev li Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) bibin.   MA / Selman Guzelyuz