Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin 2018-01-29 09:26:09   HATAY - Êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin û gundiyên li ser sînor di bin zextên OHAL'ê de ne. Ji ber ku endamên OSO'yê bi cilên leşkerî li ser sînor kontrolê dikin, gundî bi fikarin.    Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkar OSO, bi fermana AKP-MHP'ê di 20'ê Çileyê de êrîş Efrînê kirin û êrîş di roja 10'an de berdewam dikin. Liv û tevgera lêşkerî ya li ser sînor zêde bû, medyaya hewzê jî di bin zextên desthilatdariyê de, nûçeyên di destekê re derbas dibin û wisa diweşînin. Şer û bûyerên li herêmê, bi hewldanek taybet ji raya giştî tên veşartin. Piştî êrîşên li ser Efrînê, li gundên ser sînor ên Kilîs û navçeyên Hassa, Reyhanli û Kirikhanê yên Hatayê "Herêma ewlekariya taybet" hat îlankirin. Di çarçoveya vê biryarê de, ji bilî welatiyên li ser xeta sînor, herêm ji hemû kesan û bi taybetî ji rojnamegeran re hat qedexekirin.    KOÇBERÎ ZÊDE DIBE    Rewşa navçeyan ji ya xeta sînor ne cudatir e. Ji ber pevçûnên heyî, dem bi dem roket û hewanên li navenda navçeya Reyhanliyê dikevin, hemû gelê navçeyê di nava tirsê de ne.  Ji ber vê yekê koçberiya ji navçeyê her roja ku diçe zêdetir dibe. Balkêşe ku heta bêje kolan û kuçeyên navçeyê bi polîsên sivîl tije kirine. Ev tablo diyar dike ku li navçeyê çi tê şopandin.    GUNDÎ BI FIKARIN   Welatiyên kurd ên li gundên Yalangoz, Încîrlî, Camuzkişlasi, Demîrkonak, Gultepe, Sucu, Kamberlî, Adalar û Kaletepe yên girêdayî navçeya Kirikhana Hatayê û li ser sînorê Efrînê dijîn, bi fikarin ku xizmên xwe yên aliyê sînor winda bikin. Gundî ji dengên bombebaran û çekan bêzar bûne, heta bêje ku ji OHAL'ê nerehet in.        DI NAVA TIRS Û XOFÊ DE NE   Hin gundiyên ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku di destpêka şerê li Sûriyeyê re, endamên DAIŞ û El Nusrayê derbas dibûn, lê piştî hêzên YPG û YPJ'ê li Efrînê bi cih bûn, piçekî bêhn hatiye ber wan. Ji ber rewşa heyî gundî di nav fikaran de ne.   Gundiyan, da zanîn ku berî êrîşa li ser Efrînê dest pê bike komên OSO'yê anîne gund û ev agahî dan: "Komên OSO'yê li ser sînor bi cih kirin. Ji bilê wan ji bajaran cuda wesayîtên sivîl hene, lê em nizanin ev kes kî ne. Piştî êrîşan, bi taybetî bi şev, tank sewqiyatê dikin û gelek ambulans tên gund û diçin."   NAHÊLIN KESEKÊ BIYANÎ BIKEVE GUND   Gundiyan, destnîşan kir ku endamên OSO'yê li Qereqola Bayraktar û Kaletepe yên li ser sînor hatin bicihkirin, bi dolaran ji dikanên gund kirîn û firotinê dikin û wiha axivî: "Hemû gundiyên li gund dijîn di bin çavdêriyê de ne. Ketin û derketina gund di bin kontrola endamên OSO'yiyan de ye. Di destên OSO'yiyan de lîsteya navê gundiyan heye û nahêlin kesek biyanî bikeve gund. Em ji ber van kesan pir bi fikarin. Em dixwazin demildest êrîş bi dawî bibin û vegerin jiyana xwe ya asayî."    Li gundên ser sînor ên navenda Kirikhanê, ewlekarî di asta herî jor de tê girtin. Ketin û derketina nevçeyê di bin kontrola leşkeran de ye. Hat diyar kirin ku birîndarên leşker û endamên OSO'yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê tên dermankirin. Hat zanîn ku ji ber hejmara zêde ya birîndaran, nexweşên sivîl di Beşa Lezgîn de tên dermankirin.