‘Faşîzm ji deng ditirse' 2018-01-29 09:22:44 ÎZMÎR - Karker Mahîr Kiliç ê ji bo vegere karê xwe 79 roj e di greva birçîbûnê de ye, aşkera kir ku dewlet şer ji bêrîka gel dixwe û wiha got: "Her bombe hêj zêdetir birçîbûn û xizaniyê bi xwe tîne. Faşîzm ji deng ditirse. Wê demê divê em hêj zêdetir deng derxin." Operasyona hewayî û bejahî ya Hêzên Çekdarê Tirk (TSK) û komên girêdayê wê 10 roj e li dijî Efrînê dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de bi dehan caran balafirên şer rabûn û gund û navçeyên Efrînê bombe kirin û ev êrîş hêj didome. Lê her cara balafirên şer radibin, lêçûnên van ji aboriya welatiyên xizan diçe.    90 DEQE HEQÊ 22 MILYON KARKERAN E   Li gorî daxuyaniyên pisporan, balafirên F-16 saetekê li hewa bifirin, lêçûnên wan 25 hezar dolar, teqemeniya ku berdidin 65 hezar dolar e. Her roj balafirek 90 deqeyî bifire, lêçûnên wê 90 hezar dolar e. Her balafirê di operasyona Efrînê de 90 deqeyî bombe bike, di nava vê demê de her balafir 135 hezar dolar lêçûnê wê çê dibe. Dolar îro 5 TL 75 quriş e, li gorî hesabê dolar, di êrîşa hewayî ya li dijî Efrînê de, Tirkiye 506 hezar û 250 TL xerc kiriye. Di êrîşa du rojan de, tenê di 90 deqeyî de dema êrîşên hewayî pêk tên, lêçûnên Tirkiyeyê 36 milyon û 450 hezar TL ye. Dema ev rêje li ser heqdestiya herî kêm (asgari) a karkeran bê hesabkirin, dê heqdestiya 22 milyon û 738 kedkaran pêşwazî bike.   'FAŞÎZMÊ DI ASTA HERÎ JOR DE YE'   Karker Mahîr Kiliç ji ber ku doza kadrotiyê li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê vekir, ji kar hat avêtin û ji bo vegere karê xwe 79 roj e di greva birçîbûnê de ye. Kiliç diyar kir ku desthilatdarî civakê bi birçîbûnê terbiye dike û wiha axivî: "Kesên operasyona li dijî Efrînê şermezar kirin, xwestin çavê wan bitirsînin. Beyî ku hincetekê bidin nîşan, di malê wan de lêgerînê pêk tînin. Tenê sûcê wan parastina aştiyê ye. Li vî welatî faşîzim di aste herî jor de ye."   'HER BOMBE BIRÇÎBÛN Û XIZANÎ YE'   Kiliç destnîşan kir ku her bombeyên davêjin Efrînê, lêçûnê wê ji bêrîka gel derdikeve û wiha axivî: "Her mirovê tê kuştin agir bi dilê dayikan dikeve. Her guleyek canekî tune dike. Mirovên ji Tirkiyeyê bi pereyê xwe diçin leşkeriyê, wan davêjin mirinê." Kiliç da zanîn ku mirov bi hezar û 603 TL'yî debara xwe dikin û wiha pê de çû: "Şer ji bêrîka vî gelî dixwe. Bombeyek hêj zêdetir birçîbûn û tunebûn e. Faşîzim ji deng ditirse, divê deng bê derxistin."   'BI BACÊN ME MIROVAN DIKUJIN'   Karker Hamît Gezen (46) jî diyar kir ku pirsgirêkên aboriyê yên cîhan û Tikriyeyê ji ber budçeya ji bo şer tê veqetandin e û wiha domand: "Bi bacê me mirov tên kuştin. Navê vê jî bûye 'ewlehî.' Em terkî mirinê kirin. Heta dewlet bombeyan distîne, bila gelê xizan têr bike. Mirovan ji kar davêjin. Em naxwazin êdî kes bê kuştin."   MA/ Ayşe Surme