Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin 2018-01-29 09:20:51   ÎZMÎR - Danişîna 11'emîn  a doza Lîcê ya piştî General û Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin hat kuştin, gelek xanî hatin rûxandin û şewitandin û 16 kes hatin kuştin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îzmirê pêk bê. Parêzerê dozê Alî Aydin, diyar kir ku tê xwestin 10 salên din jî dozê dirêj bikin û ser dosyayê girtin.    Danişîna 11'emîn a doza Lîceyê ya ku di 22'ê Cotmeha 1993’an de tevî Tuggeneral Bahtiyar Aydin 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emin a Îzmîrê pêk bê. Danişîna doza ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşerf Hatipoglu û Ustegmen Tunay Yanardag wekî bersûc tên darizandin dê gelek parêzer amade bibin.    Di 22'ê Cotmeha 1993'an de leşkeran li navçeya Liceyê komkujî pêk anîbû û herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di 22'yê Cotmeha 1993'an de hat îdîakirin ku PKK'ê avêtiye ser navenda Liceyê û pişt re Fermandarê Asayîşê yê Jendermeyan Hasan Kûndakçi û alîkarê wî Îlker Başbûg ên wê demê, Fermandarê Jendermeyan ê Herêma Amedê Tûggeneral Bahtiyar Aydin şandin Liceyê. Li gorî îdîayan, Bahtiyar Aydin li navenda navçeyê, di dema pevçûna bi PKK'ê re li hewşa qereqolê ji aliyê segvanekî ve bi çeka "kanas" bi guleya li serî ketî, hat kuştin. Êrîşa li ser Liceyê piştî vê cînayetê dest pê kir. Navend û gundên Liceyê 48 saetan bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di roja destpêkê de kolan, mizgeft, dibistan û avahiya şaredariyê tevî ku mirov tê de hebûn jî hatin bombekirin û hilweşandin. Li dû vê yekê malên şewitî, dûxan, xwîn û hêsrên çavan li Liceyê man. Bi qasî hefteyekê têkiliya navçeyê bi cîhanê re hat qutkirin. Bi rojan agahî ji Liceyê nehat girtin. Di encamê de jî Tûggeneral Bahtiyar Aydin, 5 zarok, mamosteyek bi giştî 16 kes hatin kuştin.   25 SALIN DIDOME   Gelê Liceyê ku piştî komkujiyê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê meşand, tevî hemû hewldanan jî encamek bi dest nexist. Di roja ku li gorî qanûnan dem wê di ser dozê re derbas bibûya, gilînameya Dozgeriya Amedê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Der heqê Fermandarê JÎTEM'ê yê hingê Tûncay Yanadardag û Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Amedê Esref Hatîpoglû de doz hat vekirin. Di dozê de der barê bersûcan de hat xwestin ku ji ber sûcên "Bi zanebûn kuştina mirovan", "Teşwîqkirina gel ji bo îsyan û qetilkirina hev" û "Ji bo sûc bike rêxistin ava kirine" yên TMK, bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî û cezayê hepsê yê 24 salan werin cezakirin.   Lê dozê dest pê nekir û du caran hat sirgûnkirin. Bi hinceta "ewlekariya bersûcan" doz ji Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê re hat şandin. Dema hat fêmkirin ku li Eskîşehîrê "dadgeha xwedî erka taybet" nîne, vê carê doz birin Îzmîrê. Lê doz li Îzmîrê jî demeke dirêj dest pê nekir. Li ser daxwaza bersûcan a "divê HSYK destûra darizandinê bide" dosya ji nû ve ji Dadgeha Bilind re hat şandin. Dadgeha Bilind daxwaz red kir û dosya ji 1. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re şand.   20 sal piştî komkujiyê doz vekirin. Doz di 16'ê Çileya 2014'an de ji nû ve pêk hat. Rûniştina dozê bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îzmirê kirin. Di rûniştina ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşerf Hatipoglu û Ustegmen Tunay Yanardag wekî bersûc tên darizandin dê îdîaname bê xwendin. Di rûniştinê de bersûc amade nebûn, lê malbata Tuggeneral Bahtiyar Aydin û parêzerên wî, parêzerên mudafî û parêzerên OHD û ÇHD'ê amade bûn. Dîsa endamên Platforma Lîce li Edaletê digere û namzetê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu û Eylem Yildiz li salonê amade bûn. Serokê heyeta dadgehê diyar kir ku dê di vê rûniştinê de îdîaname bê xwendin. Lê parêzerê malbatên mexdûran Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, diyar kir ku di rûniştina bê bersûc de îdîaname bê xwendin li dijî hiqûqê ye û îtîraz kir.    JI 2 BERSÛCAN YEK MIR    Ji du bersûcan Tegmen Tunay Yanardag, di 23'ê Tebaxa 2015'an de li Singapurê krîza dil derbas kir û mir. Niha ji bersûcê dozê tenê Eşref Hatipoglu bi awayekî serbest tê darizandin.    KALÊ 79 SALÎ 21 SALIN GIRTÎ TÊ DARIZANDIN   Li aliyê din Mehmet Emîn Ozkan ê 79 salî ku bi îdîaya General û Fermandarê Cendirmeyan a Heremê Bahtiyar Aydin kuştiye 21 salin bi awayekî girtî tê darizandin.    Piştî doza Liceyê bi hinceta ewlehiyê ji Amede sewqî Eskişehirê kirin û ji wir ji sewqî Îzmirê kirin heta niha 6 caran heyeta dadgehê hat guhertin.    EM PÊŞIYA VÊ DOZÊ BERNADIN   Parêzerê dozê Ali Aydin wekî doza sirgûnê pênase kir û wiha got: "Ev doz bê bersûc berdewam dike. Ji bersûcan Tunay Yanardag jiyana xwe ji dest ma. Tenê bersûcek maye. Bersuv tev li rûniştina dozê nabin. Dema bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê dibin ji hin kesên din wan araste dikin. Heyeta dadgehê jî vê yekê dibîne. Tevî vê yekê doz didome. Divê doz li Amedê pêk bê, lê doz li Îzmirê tê dîtin. Şahid jî an nikarin baş xwe bînin ziman, an jî nikarin tev li danişîna dozê bibin. Li Tirkiye bêcezakirin pir zêde ye. Hemû sûcên ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin kirin tev bê ceza man. Bersûcê tevan nehatin cezakirin. Dixwazin 10 salên din jî vê dozê dirêj bikin û ser dosyayê bigirin. Lê çi dibe bila bibe em destûr nadin ser vê dozê bigirin û em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.