'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in' 2018-01-29 09:16:16 EDENE - Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, diyar kir ku ruxmê hemû gefên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, ew dijberê şer in û di aştiyê de israr dikin û wiha got: "Kesên li dijî şer aştiyê biparêzin dê ewlehiya welat jî biparêzin. Mirov heke li dijî şer aştiyê biparêzin, wê demê welatparêzê esil in." Tirkiye û komên girêdayê wê di 20'ê Çileyê de li dijî Efrînê operasyon da destpêkirin, ji hemû beşên civakê bertekên li dijî şer zêde dibin. Kesên aştiyê dixwazin, dewlet wan binçav dike û davêje girtîgehê. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, êrîşên ji bejahî û hewayî tên kirin şiband "Çîroka gur û nêrî" û ev tişt got: "Gur li serfêza avê disekine û avê şêlû dike û ji nêrî re dibêje ku 'tu avê şêlû dikî.' Nêrî jî bersivê dide û dibêje ku 'Ez li jêrê me û av ber bi jêr ve diherike, ez ê çawa avê şêlû bikim?' Gur bersivê dide û bibêje 'We sala çûyî av şêlû kiribû.' Nêrî bersivê dide dibêje ku 'Ez sala çûyî piçûk bûm, ez ê çawa avê şêlû bikin.' Li ser vê gur dibêje ku 'Bila, ez ê dîsa jî te bixwim.' Niha mijara Efrînê jî bi vê ve girêdayî ye."   'TIRKIYE BIKEVE EFRÎNÊ JÎ Û NEKEVÊ JÎ DE TIŞTEKÎ QEZENC NEKE'   Erîg diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li hundur, li derve digerin û wiha axivî: "Heta faşîzma AKP-MHP'ê bi Efrînê re eleqeder dibe, bila Rewşa Awarte (OHAL), pêkanîna cilên yek tîp, karkerên ji kar hatine avêtin û bê edaletiya di qada civakî de pêk tê çareser bike. Çavkaniya pirsgirêkan li derve digerin û kurdan sûcdar dikin û êrîşê wan dikin. Operasyona Efrînê de windahiyeke mezin ji bo gelan bîne. Ji bo wê em li dijî şer radiwestin. Ew bikevin Efrînê jî û nekevnê jî dê ji bo Tirkiyeyê tu tiştî bi dest nexe. Dê aboriya Tirkiyeyê hêj zêdetir xirab bibe. Tişta girîng dê mirov jiyana xwe ji dest bidin."   'PARASTINA AŞTIYÊ WELATPARÊZÎ YE'   Erîg bal kişand ser operasyon û girtinên medyaya civakî û wiha pê de çû: "Li tu dera cîhanê nehatiye dîtin dijberiya şer bibe sûc û ev mafê herî xwezayî yê mirovan e. Dijberiya şer ne sûc e. Heta piştgiriya ji bo şer sûc e. Girtinên ji ber piştgiriya Efrînê bêhiqûqî ye. Li dijî şer parastina aştiyê ewlehiya welat e. Ruxmê hemû gefên Serokê Giştî yê AKP'ê, parastina aştiyê peywira welatparêziyê ye."   'LI CIHÊ HERÎ EWLE ŞER KÛR KIRIN'   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Edeneyê Hasan Kocaman, navê "Çiqla Zeytûnê" yê li operasyonê kirine rexne kir û wiha domand: "Zeytûn remza aştiyê ye. Ev îronî ye. Ji aliyê Efrînê tu êrîş li dijî wan çê nebûye. Ew der baxçê gelan e û dixwazin jiyana hevpar ava bikin. Bi sedhezaran mirovên ji zilma DAIŞ'ê revîn, li wir bi cih bûne. Ruxmê cihekî herî ewle bû jî îro bi her alî ve êrîş wir dikin. Em bi fikarin, bila demildest ev êrîşana rawestin."