ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-29 09:00:06 *Li Şirnex û navçeyên wê, asfaltên hatibûn rijandin û bi milyaran mesref li wan çûbû, qeyûmên tayînî şaredariya bajêr û navçeyên wê hatin kirin rakirin û paşê li şûna wan asfalt nehat rijandin. Ji ber baranê êdî rê naxuyên û li nêv wan golên biçûk çê bûne.  *Hevserokê HDP'ê yê Sûrê bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê da û wiha got: " Wê berxwedana Efrînê bi cîhanê mirovatiyê bide lêpirsînkirin."    *Akademîsyenên danezana aştiyê îmze kirin û 170 Rewşenbirên ku nameya ji bo aştiyê ji meclîsê re şandin, bûn hedefa AKP'ê. Rewşenbir û akademîsyenan bertek nîşanî helwesta AKP'ê dan û diyar kirin ku ew li pişt îmzeya xwe ne û wiha gotin: "Sorkirina şer û propaganda şer sûc e. Em vî sûcî nakin. Ger ku di bin kavilan de cenazeyên zarokan bimînin, em dê çawa ji vi şerî re bêdeng bimînin?    *Penaberê ji Telaferê M.Ş. diyar kir ku piştî DAIŞ'ê Telaferê dagir kir, neçar maye koçî Tirkiyeyê bike û ev tişt got: "Polîs ji bo min bi zorê tev li OSO'yê bike, zext li min kirin û got biçe li dijî kurdan şer bike."   *Êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin û ji niha ve gundiyên li ser sînor di bin zextên OHAL'ê de ne. Ji ber ku endamên OSO'yê yên bi cih û cilên leşkerî li wan li ser sînor kontrolê dikin, gundî bi fikarin.    *Di navbera 30-31'ê Çileyê de, dê bi şîara "Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê" Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê bê lidarxistin. Endama Meclisa Partiyê Zuhal Tekîner, diyar kir ku rexneyên ku ji gel girtine dê ji bo plansaziya wan bibe ronahî.   *Rojnamevan Şerîfe Orûç a ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin, diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî red kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha Orûç got bi ser hevalên wan ên bi tirkî nizanin de çûne û ji bo van hevalên wan wiha hatiye gotin: "Ev der Xarpêt e bi tirkî biaxive ûlan."    *Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, diyar kir ku ruxmê hemû gefên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, ew dijberê şer in û di aştiyê de israr dikin û ev tişt got: "Kesên li dijî şer aştiyê biparêzin dê ewlehiya welat jî biparêzin. Mirov heke li dijî şer aştiyê biparêzin, wê demê welatparêzê bi esil ew in."   *Ekolojîst Ertugrul Barka diyar kir ku AKP bi israr e ku bi OHAL'ê welat bi rê ve bibe û ev tişt got: "Di vê demê de li dijî talana ekolojiyê divê sekneke bêhmepa hebe."   *Danişîna 11'emîn  a doza Lîcê ya piştî General û Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin hat kuştin, gelek xanî hatin rûxandin û şewitandin û 16 kes hatin kuştin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îzmirê pêk bê. Parêzerê dozê Alî Aydin, diyar kir ku tê xwestin 10 salên din jî dozê dirêj bibe û ser dosyayê bê girtin.    *Karker Mahîr Kiliç ê ji bo vegere karê xwe 79 roj e di greva birçîbûnê de ye, aşkera kir ku şer ji bêrîka gel dixwe û ev tişt got: "Her bombe hêj zêdetir birçîbûn û xizaniyê tîne. Faşîzm ji deng ditirse. Wê demê divê em hêj zêdetir deng derxin."   *Bertekên li dijî operasyona li ser Efrinê dê berdewam bike.    * Kongreya Diyaloga Neteweyi ya Sûriye ku  PYD diyar kir dê beşdar nebe dê li Rusya be dîtin.