Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin 2018-01-28 21:16:45   STENBOL - Kes an kesên nasnameya wan nediyar, agir berdan avahiya HDP'ê ya Pendîkê.    Li Stenbolê, kes an kesên nasnameya wan nediyar agir berdan avahiya HDP'ê ya navçeya Pendîkê. Piştî deriyên avahiyê şikandine ketine hundur û amûrên têde texrîb kirine û paşê agir berdanê. Tevahiya avahiyê şewitiye û nehat hînbûn ak ji aliyê kî ve hatiye şewitandin.    Her wiha hat diyarkirin ku kesê agir bera avahiyê daye di kamerayên ewlehiyê de dixuyê û kesek jî hatiye binçavkirin.