Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin 2018-01-28 14:39:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê bombebarkirin berdewan dikin, li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin û gundê Şexorzê yê navçeya Bîlbîlê dibin bombebaranek dijwar  deye.    Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê bi fermana AKP-MHP'ê li dijî gelê Efrînê di 20'ê Çile de şer dan destpêkirin. Bombebarandina TSK'ê ya hewayî û bejahî yên li ser gund, navçe û herêmên Efrînê didomin.  Li gorî Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), diyar kir ku êrîşên TSK'ê yên li ser Tepê Qestelê hatin pijiqandin û bi koma Heyet Tehrîr El Şam re çardin êrîş kirin û li herêmê pevçûnên dijwar rû dane.  Cardin li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî, bombebarana li ser qadên sivîlan îro jî berdewam dikin, gundê Şexorzê yê navçeya Bîlbîlê dibin bombebaranek dijwar  deye û Bendava Meydankê ya Şera jî bi dijwariyek mezin tê bombebarankirin.