‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike' 2018-01-28 10:55:32 STENBOL – Endama YAKAY-DER'ê Cemîle Çelik ku cenazeyê birayê wê jî tev li cenazeyên din ji goristana Xerzanê hat derxistin got: "Cenazeyê birayê min jî tevî cenazeyên din ji gorê derxistin. Wê demê tu dîsa birayê xwe winda dike."  Rayedarên dewletê Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di Kanûna 2017'an de hilweşandin û 267 cenaze ji goran derxistibûn. Piştî cenaze derxistin şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî Goristana Îsmîal Ronahî bi kepçeyan hatibûn xerakirin. Berteka li dijî hilweşandina goran didome. Endama YAKAY-DER'ê ku bi KHK'ê hat girtin Cemile Çelik, diyar kir ku rayedarên dewletê hêj cenaze nedane malbatan û wiha got: Di 27'ê Îlona 2017'an de goristana birayê min Mehmet Emin Çelik û 4 hevalên wî li Îdirê hatin xerakirin. Wê demê amadekariyên êrîşê goristana Xerzan kirin.    ‘WÊ DEMÊ DU DUBARE BIRAYÊ XWE WINDA DIKE'   Çelîk, anî ziman ku nirxên mirovan hebûna mirovan e û wiha got: "Yên ku mirov ava dike nirxên mirov e. Heta niha gorên Geliyê Zîlan, Seyît Riza, Şêx Saîd û Newala Qesaba ku nirxên gelê kurd in hatin talankirin. Birayê min di sala 1995’an de li Îdirê di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Dayika min wê demê di bin siya çekan de cenazeyê kurê xwe defin kir. Ji wê demê heta niha goran dişkînin û wêran dikin. Lê di 27'ê Îlona 2017'an de dîsa gora birayê min û 4 hevalên wî bi giştî 5 gor şikandin. Dema hûn li ser wan gorên hatin rûxandin û wêrankirin disekinin û dema hûn wan nirxên ku hebûna me ye dibînin wê demê hûn dîsa li rojên ku we ew winda kiriye vedigerim û wê roja windakirinê dubare dijîn. Hemû cîhana mirovan dîsa ser û bin dibe."    ‘EV BI PLAN KIRIN'    Çelik, anî ziman ku li Tirkiye gorên kurdan jî nayên qebûlkirin û wiha got: "Li Mûş, Amed û Îdirê goristan xera kirin. Dema li vir gor xera  kirin amedekariya Xerakirina Xerzanê kirin. Ev hemû bi plan in. Ne karê 2-3 faşistan e. Ev polîtika komkujiyê ya bi rêk û pêk li ser kurdan dimeşîne ye. Lê tu hêz nikare kurdan û nirxên kurdan tune bike. Divê bi taybetî jin li dijî êrîşa nirxên kurdan empatî dîne û hîs bike. Ne heddê kesî ye ku bi êrîşa gor û goristanan tola xwe hilînin."    Çelik, bal kişand ser derxistina cenazeyê 267 kesan û wiha got: "Cihê ku nirxê min lê hatine defin kirin û lê raketine axa min e. Hûn diçin wan cenazeyên ku 26 salin li wê goristanê hatiye defin kirin bi kepçeyan derdixin. Lêborîna wan jî nayê qebûlkirin. Tolhildana ij miriyan ne hetê tu kesî ye,. Gelek malbatên ku cenazeyên wan hatin derxistin rastî gefan hatin. Polîs û dozger zextan li malbatan dikin û dixwazin malbatan bitirsînin. Em bang li kesên baweriya xwe bi îslamê anîye dikin û dibêjin 'Ka hûn li ku ne."    Çelîk xwest hemû kes ji bo vê yekê derkevin kolanan û vê yekê qebûl nekin.