Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin 2018-01-28 10:11:02 AMED - Diyanetê piştî operasyona li ser Efrînê li hemû mizgeftan ferz kir ku qutbeyê pesnê operasyona Efrinê didin bixwîne. Li dijî vê yekê bertek zêde dibin. Muftuyê berê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimettulah Erdogmuş, diyar kir ku hikûmet dixwaze polîtîkayên xwe yên zextan bi riya meleyan bi civakê bide qebûlkirin û meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dike.  Serokê Karê Dîyanete piştî operasyona li dijî Efrînê di 20'ê Çile de dest pê kir, ferman da hemû melayan ku li mizgeftan duayan bikin û piştgiriyê bidin artêşê. Dîsa Dîyanete naveroka xutbeyê diyar kir û xwest di nimêna înê de xutbeya ku wan diyar kiriye ji bo TSK'ê li hemû mizgeftan bê xwendin. Piştî meleyan li mizgeftan li ser fermana Diyanetê pesnê TSK û OSO dan li gelek mizgeftên Amedê û bajarên herêmê welatiyên çûn li mizgeftê nimêj kirin bertek nîşanî xutbeyê û mele dan. Li Mizgefta Feqiyê Teyran welatiyan bertek nişanî xutbeya ku ji aliyê Diyanetê ve hatibû amadekirin dan. Ji welatiyên bertek nişanî mele û xutbeyê dan jê 3 welatî hatin binçavkirin. Li navçeya Nisêbînê jî welatiyan bertek nîşanî mele dan li pişt mele nimêj nekirin. Welatiyan mizgeft terk kirin.    Muftiyê Amedê yê berê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş, diyar kir ku îktîdar mirovan neçarî şer dike û zorê li ser welatiyan ferz dike. Erdogmuş, anî ziman ku li Tirkiye ji sedî 80 welatî li dijî şer in û wiha got: "Mirovên aştiyê dixwazin hem li derve û hem jî li mizgefta tînin ziman. Lê mixabin îro li Tirkiye kesên fikrên xwe tînin ziman û aştiyê dixwazin sûc e. Li ser tora medya civakî yên aştiyê dixwazin tên binçavkirin. Di nimêjên înê de hemû bele ji ber zexta dewletê xutbeyên ku Diyanetê diyar kirine dixwîne. Mirovên li dijî şer ji ber zextên îktîdarê nikarin fikrên xwe binin ziman. Herî dawî Yekîtiya Tabîbên Tirk daxuyanî da. Lê serokomar li ber çaê her kesî Yekîtiya Tabîbên Tirk kir hedef. Vîna kurdan li ser yekîtiya gelan û biratiya gelan hatiye avakirin. Lê mixabin vîna kurdan qebûl nakin. "    'KURDAN DIJMIN DIBÎNIN'    Erdogmuş, anî ziman ku hikûmeta Tirkiye kurdên li Rojava li dijî DAIŞ'ê serkeftinek mezin bi dest xist qebûl nake û ji bo xwe dijmin dibîne û wiha got: "Di bin navê "Şaxa Zeytûnê" de sivîlan dikujin. Tu eleqeya wê û aştiyê bi hev tune ye. Kurdên Rojava  xwestin bi Tirkiye re cîrantiyek baş peş bixin. Bi ruhê Eşme tev geriyan. Lê îktîdarê berî her tiştî projeya aştiyê xera kir. Kurd ji bo xwe dijmin îlan kir."    'DIXWAZIN KURDAN MECBÛRÎ REJÎMÊ BIKIN'    Erdogmuş, destnîşan kir ku îro her dewlet ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û Rûsya dixwaze bi Tirkiye kurdan lawaz bike û wan mecbûrî Rejîma Sûriye bike û wiha got: "Divê hikûmeta Tirkiye vê yekê bibîne ku tu fêda wê li vir tune. Li şûna fêdê bêtir zerara wê heye. Niha li Sûriye 3'emîn şerê cîhanê heye. Hemû welat li vir şer dikin. Bi şer tu pirsgirêk çareser nabin. Divê bi lez rêbazên aştiyê û siyaseta aştiyê têkeve meriyetê."