Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin 2018-01-28 09:55:39   AMED - Endamên Koma Alîgirên Berxwedêr ên Amedsporê, diyar kirin ku berovajî tîmên fûtbolê yên ku piştgiriya şerê TSK û OSO'yê dikin, ewê bi ruhê werzîşê li trîbûnan aştiyê diparêzin û diqîrin.   Serokê Federasyona Fûtbolê yê Tirkiyeyê (TFF) Yildirim Demîroren bi sernavê "Em li gel dewleta xwe ne" daxuyaniyek weşand û piştgirî da şerê li dijî Efrînê. Ji xwe berî vê daxuyaniyê, saziyên olî, çand û huner, karmendan jî daxuyanî dabûn û piştgirî dabûn operasyona Efrînê.   Serokê Komeleya Alîgirên Berxwedêr ên Amedsporê Ramazan Tugay, destnîşan kir ku ew alîgirê aştiyê ne, her çendî êrîş bikin û şerxwaziyê li pêş bixin jî ewê xwedî li daxwaza aştiyê derkevin.   Tugay diyar kir ku dê ji bo piştgiriya Efrînê helwesta xwe naynin holê û wiha axivî: "Fûtbol lîstikeke aştiyê ye. Şer jî hêsir û şewata dilan e. Şer tu tiştî çareser nake."   'EMÊ LI TRÎBUNAN AŞTIYÊ BIQÎRIN'   Tugay aşkera kir ku şerxwazî tiştekî hêsan e û wiha pê de çû: "Emê li Trîbunan ji bo mirov nemirin û dayik egirin, aştiyê biqîrin. Bila ciwan nemirin û biçin maçê. Heta ku dengê me derdikeve emê daxwazên xwe biqîrin û li dijî şer derkevin." Tugay derbirî ku ew ne di şer de, di aştiyê de çiqila zeytûnê dirêjî mirovahiyê dikin û aşkera kir ku hêj mirovuz zêde jiyana xwe ji dest nedaye, bila vî şerî rawestînin.   'DÊ HER DU ALÎ JÎ WINDAKIN'   Endamê Komeleya Alîgirên Berxwdêr Veysî Gunduz (20), derbirî ku ew wekî kom ji tîmên din cuda difikirin û ev tişt anî ziman: "Di şerekî de aliyê qezenc bike tune, dê her du alî jî winda bikin. Ji ber wê em naxwazin tu carî şer çêbe."