Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman 2018-01-28 09:40:34 ÊLIH – Li Êlihê hat angaştkirin ku dayika 2 zarokan a 28 salî Bahar Yildirim, li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê piştî ji beşa tomografiyê derket, jiyana xwe ji dest da. Malbatê jî angaşt kir ku keça wan ji ber îhmalkariya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û ji mirinê rêveberiya nexweşxaneyê berpirsyar girtin.  Di 25’ê çile de li Êlihê dayika 2 zarkoan Bahar Yildirim a 28 salî, li ser nexweşînek teşhîsa wê ne diyar, çû Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê. Bijîşk xwest Yildirim tomografiyê xwe bikişîne. Yildirim a dermanê bi navê “Optiray” bikar anî piştî vê tomografiyê xwe li nexweşxaneyê kişand jiyana xwe ji dest da. Malbata Yildirim angaşt kir ku keça wan piştî tomografiyê ji hişê xwe çûye û jiyana xwe ji dest daye.  Malbat diyar dike ku bi çûyîna Yildirim a nexweşxaneyê û mirina wê bi tevahî du saet derbas bûye. Malbatê anî ziman ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê bûyerê de di heman kêliyê de lêpirsîn daye destpêkirin û ew ê jî giliyê sûc bikin. Malbatê angaşt kir ku keça wan di encama îhmalkariya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye û tenê xebatkarên beşa tomografiyê rêveberiya nexweşxaneyê ji bûyerê bepirsyar e. Hat angaştkirin ku heta niha der barê bûyerê de rapora otopsiyê radestî malbatê nehatiye kirin û têkildarî bûyerê pirsyarî dewam dike.    ‘KESÎ MUDAXELE NEKIR’    Xwişka Yildirim, Ozgul Arpaci destnîşan kir ku ew li ser gumana penceşêrê çûne tomografi kişandine û got: “Em bi saxî çûn nexweşxaneyê. Tu aciziyek xwişka min tune bû. Bijîşk got ‘ne pencaşêr e, lê dibe nîşaneya penceşêrê hebe.’ Me arasteyî tomografiyê kir. Peywîrdarên wir di dema kişandina tomografiyê de dermanek dan xwişka min. Ewil gotin dê derman bi riya dev bidin, pişt re bi şerenqê li damar xistin. PiştÎ xwişka min derket, ji min re got ‘Etê nav dilê min disoje.’ Pişt re min xwest ez wê aş bikim, lê kes eleqedar nebû. Xwişka min got ‘xwişkê xwişkê’ û li ber çavê min ket xwarê. Ewil kesî mudaxele nekir. Demek her kes wisa temaşe kir. Pişt re bi sedyeyê rakirin beşa lezgîn. Ji milê wê xwîn dihat û li ser çavê wê şopên morbûyî hebûn. Pişt re em hînbûn ku xwişka min jiyana xwe ji dest daye. Xwişka min bi wî dermanê hat kuştin. Kî ji mirina xwişka min berpirsyar be divê ew cezayê xwe bikişîne.”   ‘ÎHMALKARIYA NEXWEŞXANEYÊ XWIŞKA MIN KUŞT’    Birayê Yildirim, Kemal Atalay jî da zanîn ku tenê yên beşa tomografiyê tevahiya rêveberiya nexweşxaneyê ji mirina xwişka wî berpirsyar e û angaşt kir ku xwişka wî di encama îhmalkariya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye. Atalay angaşt kir ku di dema tomografiyê de ya dermanek çewt an jî dermanek dozaja wê bilind dane xwişka wî û got: “Xwişa min bi saxî diçe nexweşxaneyê. Xwişka min dibêje ku nav dilê wê disoje. Derzî şaş lêdan an jî dermanek dozaja wê bilin lê dan em nizanin. Mirovek çawa piştî kişandina tomografi dimire. Ev nakeve sere mirov. Piştî xwişka min ji ser hişê xwe diçe jî mudaxeleyek pêwîst nayê kirin. Piştî mirina xwişka min tene me polîsan li wir dît. Bijîşkek ku dê bigota xwişka te li ser vê sedemê miriye jî li wir tunebû. Çima berpirsyar li wir tunebûn? Herî kêm dikaribûn bihatana gel me û serxweşiyê ji me re bixwestana. Dikaribûn bigotana çima xwişka min jiyana xwe ji dest dane. Dema me ji bo otopsiyê cenaze sewqî Amedê kir, ajokarê ambulansê bi xwe jî ku gelek kes di encama îhmalkariyê de li vê nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didin. Xwişa min jiyan xwe ji dest da, lê bila kesek din wisa ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest nede. Ji bo kesê ji mirina xwişka min berpirsyar in û ceza bigirin em ê têkoşîna hiqûqî bidin meşandin.”    MA / Bîlal Guldem – Metîn Yoksu