Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê 2018-01-28 09:30:13 WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê ji bo bi girseyî tev li 3'emin Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bibe xebatên xwe li tax û kolanan berdewam dike. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak, diyar kir ku gelê Wanê dê li dijî hemû zext û zordariyan ji bo bêjin "Em hene" dê biçin Enqere û tev li kongreyê bibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arena ya Enqereyê 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar bixin. Li gelek bajaran endam û rêveberên HDP'ê ji bo endam û delegeyên partiyê bi girseyî tev li kongreyê bikin dest bi xebatan kirine û derî bi derî digerin. Rêxistina HDP'ê ya Wanê jî dest bi xebatan kirin û armanc dikin ku bi girseyî tev li kongreyê bibin. Endam û rêveberên HDP'ê yên Wanê mal bi mal esnaf bi esnaf digerin û xebatên jibo tevlêbûna kongreyê dimeşînin.    Der barê xebatên tevlêbûna kongreyê de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umit Dede,  diyar kir ku xebatên wan bi ruhê seferberiyê berdewam dike û wiha got: "Hemû rêveberên me yên navenda bajar û navçeyan li gorî bernameya ku me amade kiriye dixebitin. Ji bo em girseya xwe bibin Enqere me hemû teknîka xwe jî amade kiriye. Otobusên me amade ne. Bi bi fîrmayan re hevdîtin kine. Niha tu kêmasiyên teknîkî tune.    Dede, anî ziman ku wan milyonek belavok ji navendê girtine û belavkirina belavokên banga mîtîngê berdewam dikin û wiha berdewam kir: "Hemû rêveberên me yên bajar û navçeyan navê endam û delegeyên me yên ku biçin kongreyê dinivîsin û amade dikin. Em wekî bajarê Wanê û bajarên Serhedê dê bi tevlêbûna herî xurt biçin kongreyê. Amadekariyên me li gorî wê tên kirin."   TAX BI TAX NAVÇE BI NAVÇE AMADEKARÎ DIDOMIN'   Hevseroka  HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak jî anî ziman ku tax bi tax navçe bi navçe xebatên wan ên gel berdewam dikin û wiha got: "Em li kolanan digerin û belavokan belav dikin. Gel hêzek mezin dide me. Em dê li Wanê bi 2 hezar kesan tev li kongreyê bibin."    ‘GELÊ ME BI BIRYAR E Û HÊZÊ DIDE ME'   Karabulak, bal kişand ser xebatan û wiha got: “Hefteyek bûye em li nava bajar û navçeyan belavokan belav dikin. Ji esnafan heta taxan em mal bi mal digerin û belavokan belav dikin. Em hemû gelê xwe daweti kongreyê dikin. Her çend zext û êrîş hebin ew qas gelê me jî hêz û moral dide me. Gelê Wanê dê bi girseyî tev li kongreyê bibe. Em dê dengê Wanê û Serhedê di vê kongreyê de bilind bikin. Gelê me ji vê kongreyê re amade ye. Her çend heverokên me û wekîlên me girtî bin jî nikarin hêza me bişkînin û em dê heta dawî li pey wan bin.    Em diçin kijan malê soza ku tev li kongreyê bibin didin me. Em dê li Enqereyê dengê xwe li der derê belavbikin. Gelê me dê li dijî hemû zext û tundiyê li Enqere bêjin 'Em hene'. Em bang li gelê Wanê dikin ku di 10'ê Sibatê de bi reng, tilîlî û qerîna xwe li otogara bajar kom bibin û em bi hevre biçin Enereyê.