Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin 2018-01-28 09:27:02 ÎZMÎR - Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Çerkez Aydemîr, têkildarî amadekariyên HDP'ê yên li Îzmirê ji bo tevlêbûna 3'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ku di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bên, agahî dan. Aydemîr, diyar kir ku herî kêm dê ji Îzmirê 3 hezar kesan tev li kongreyê bikin û ji bo xebatên kongreyê li 28 navçeyan koordinasyonên hatin avakirin derî bi derî digerin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arena ya Enqereyê 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar bixin. Li gelek bajaran endam û rêveberên HDP'ê ji bo endam û delegeyên partiyê bi girseyî tev li kongreyê bikin dest bi xebatan kirine û derî bi derî digerin. Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê jî ji 5'ê Çile heta niha xebatên amadekariyen kongreyê dimeşînin. Rêveberan li 28 navçeyan komisyon avak kirin û mal bi mal digerin. Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Çerkez Aydemîr, beriya bê binçavkirin der barê xebatên kongreyê û rewşa Efrînê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Piştî Aydemîr û rêveberên HDP'e hatin binçavkirin ji disa xebatên wan berhdewam dikin. Aydemir beriya bê binçavkirin diyar kir ku 60 otobusan û bi 3 hezar kesan tev li kongreyê bibin û wiha got: "Ji bo em bi awayekî herî xurt girsê tev li kongreyê bikin xebat û hewldanên me berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de aştî û demokrasî bêtir bi wate ye. Ji bo aştî, demokrasi, azadî û pêşerojek aram pêtir pêdiviya me bi tevlêbûnek xurt heye. Divê her kes bi vê bîr û baweriyê tev li kongreyê bibin. Em civînên gel çêdikin. Em di civînan de li ser rol û wateya kongreyê û tevlêbûna kongreyê dikin. "    'ARMANCA EWIL RAKIRINA TECRÎDA LI SER OCALAN E'    Aydemîr, destnîşan kir ku di vê kongreyê de armanca wan a sereke rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Armanca sereke rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Armanca duyemîn rakirina cilên yek tîp û zextên bi KHK'yan re li ser girtiyan zêde bûne. Armanca sêyemîn jî em bi gelê xwe re bên cem hev. Em dixwazin bi gelê xwe re ji nûve pêngavek mezin bavêjin. Em dê di vê kongreyê de bi kelecan, coş û baweriyek mezin tev li kongreyê bibin. Armanca me ya kongreya mezin em tenê ji Îzmirê 3 hezar kesan tev li kongreyê blikin. Em dixwazin yekîtî, piştevanî û hevpariya têkoşînê bidin xuyakirin. Yek ji armaca vê kongreyê jî têkbirina pergala faşizmê ye. Em dixwazin pergala demokrasiyê xurt bikin, OHAL û KHK'yan bi dawî bikin."    ‘LI 28 NAVÇEYÊN CUDA XEBATÊN KOORDİNASYONÊ HENE'   Aydemîr, anî ziman ku beriya Newrozê Kongreya xwe pêk tînin û wiha got: "Em beriya Cejna Newrozê dê bi coşa kongreyê têkevin baharê. Me ji bo kongreyê li 28 navçeyan komisyon avakirine. Komîsyon û koordinasyon bi hevre xebatê dimeşînin. Ev kongre dê xizmeta aştî, biratî, wekhevî û edaletê bike. Ev kongre dê bibe destpêka pêngavek nû ya azadî û demokrasiyê. Em dê bi vê kongreyê xurttir derbasî pêşerojê bibin.  Em dê di vê kongreyê te dêkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê bêtir xurt bikin. Em dê di 10'ê Sibatê de ji Îzmirê derkevin û di 11'ê Sibatê de li Enqereyêbin. Em ji niha de aştî demokrasî û azadiyê dixwazin û hêvî dikin."    MA / Ruken Demir