Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket 2018-01-27 17:43:50   KÎLÎS - Dema Serfermandarê TSK'ê Orgeneral Hûlûsî Akar Waliyê Kîlîsê ziyared dikir, 100 metre nêzî Walîtiyê roketek li baniyê avahiya 6 qatî ket. Ji ber roket ne teqiya tiştek bi kesî nehat.    Dema Serfermandarê Artêşê Orgeneral Hulîsî Akar li Kîlîsî çû ziyareta Walî 100 metre li nêzî walîtiyê roketek li baniyê avahiyek 6 qatî ket. Piştî roket hat avêtin û li avahiya nêzî Walîtiyê ket, Serfermandarê TSK'ê Akar, Cîgirê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul û Valî Mehmet Tekinarslan bi hevre çûn herêma bûyerê û li herêma bûyerê lekolîn kirin. Piştî êrîşê gelek yekîneyên tenduristî, lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê herêmê.      Têkildarî bûyerê Walî Tekinarslan, daxuyanî da û diyar kir ku saet di 14.15'an de fuzeyek din avêtine Kîlîsê û di êrîşa fuzeyê de birîndar û mirî tune ne.