Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn 2018-01-27 17:18:31 EFRÎN – Serokê Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Anjela Reşo û Rayedarên Nexweşxaneya Avrînê Dr. Ciwan Mihemed,  têkildarî birîndarên di êrîşa li dijî Efrîne ya 8 rojan de diyar kirin ku heta niha 86 sivîlan jiyana xwe jie dest dane û 198 sivîl jî birîndar bûne. Rayedaran diyar kirin ku wêne û dîmenên tevan yek bi yek kişandine û nasnameyên wan belge kirine.   Operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê di 20'ê Çile de li dijî Efrînê dest bi operasyona hewayî û bajayî kir. Operasyon di roja 8'an de berdewam dike. Serokê Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Anjela Reşo û Rayedarên Nexweşxaneya Avrînê Dr. Ciwan Mihemed, der barê sivîlên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA). Rayedarên tenduristiyê diyar kirin ku ji 20'ê çile heta niha 86 sivîlan di êrîşên bombeyî de jiyana xwe ji dest dane û 198 sivîl jî birîndar bûne. Rayedaran diyar kirin ku kesên birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane û rakirien Nexweşxaneya Avrînê yek bi yek wêne û dîmenê wan kişandine û xistine bin qeydan. Rayedaran destnîşan kirin ku tevî nasnameyên wan kirine belge. Rayedaran anîn ziman ku ji bo dermankirina birîndaran hemû derfetên nexweşxaneyê bikar tînin. Rayedaran anîn ziman ku di nava birîndaran de kesên rewşa wan giran jî hene. Rayedarên tenduristiyê Reşo û Mihemed, herî dawî ji bo pêdiviyên derman û amûrên nexweşxaneyê yên kêm temîn bikin bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî kirin û xwestin alîkariya derman û amûran ji wan re bişînin.