Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan 2018-01-27 16:31:50 STENBOL - Komîsyona Girtîhan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 305'emîn a "Rûniştina F" de, xwest ku Ufuk Keskîn ê ji sedî 52 felce serbest berdin.  Komîsyona Girtîhan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 305'emin a "Rûniştina F" de  li Qada Galatasarayê kom bûn. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa Ufuk Keskîn ê li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Şakranê tê girtin.     'BI PÊVAJOYA ŞER RE BINPÊKIRIN ZÊDE BÛN'    Endamê Komîsyonên Nerîman Çelîk daxuyaniya vê hefteyê da û wiha axivî: "Polîtîkayên binpêkirin û êrîşan di pêvajoya OHAL'ê de zêdetir bûn. Dixwazin ku raya giştî ya demokratîk û şeroşger têk bibin." Çelîk bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ufuk Keskîn û wiha got: "Ufuk Keskîn ji sala 1998'an ve girtiye. Keskîn ji 12 saliya xwe ve nexweşê şekir ê Tîp 1 ye, rojê 4 caran divê însulîne bigre. Rewşa Ufuk Keskîn, hevalê wî yê di heman hucreyê de cih digire Huseyîn Sungur di nameya şand de vegut."   GIRTÎGEH GUH NADE WEZARETÊ JÎ   Di nameya Sungun a Çelîk xwend de ev tişt hatin gotin: "Ufuk Keskîn ji bo dermankirinê ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê birin Şakaranê. Kontrolên hevalê me heya 3 mehan bi rêk û pêk hatin kirin, lê piştî darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an, dinava 2 salan de 3 caran hevalê me hat sîrgûn kirin. Divê pompeya însulîn li hevalê me bê dayîn. Hevalê me yê 24 diranê wî hatin kêşandin, divê protezê li devê wî bixwin. Di rewşa Hîpoglesen de alerjiya wî ya çolyak û laktoz çêdibe. Ji ber vê yekê amûr di kantînê de difiroşin nikare bikar bîne. Ligel ku bijîşkan rapor dayê jî maîneya nan nadinê. Rîska wî ya bikevê komayê heye û jiyana wî di xeteriyê deye. Girtîgeh guh nade fermanên wezaretê jî."    Çelîk, destnîşan kir ku Keskîn ji sedî 52 felce û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin pêdiviyên Keskîn bi cih bên anîn. Ji bo Keskîn baş bê dermankirin, divê serbest bê berdana. Em dixwazin Ufuk Keskîn bê berdana."