Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me 2018-01-27 16:01:53   EDENE - Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê Huseyin Erpolat, bi riya malbata xwe diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Efrînê rayedarên girtîgehê rojnameyan nadin wan.    Girtiyê li Girtîgha Tipa T a Tarsusê Huseyin Erpolat, bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî û bal kişand ser zextên li ser girtiyan. Erpolat, anî ziman ku ji ber êrîşa li ser Efrinê rayedarên girtîgehê rojnameyan nadin wan û wiha got: "Em di 27'ê Kanûnê de tevî 39 hevalên xwe ji Girtîgeha tîpa F a Kurkçulerê sirgûnî Tîpa T a Tarsusê hatin kirin. Hefteyaborî 41 hevalên me ji Mêrdîn anîn vir. Piştî operasyona li dijî Efrînê dest pê kir, rojnameyan nadin me. Bi awayekî keyfî cezayê dîsîplîn û cezayê hucreyê li me dibirin. Hevalên me yên nexweş dernaxin revîrê. Em bang li cemaweriyê dikin ku hestiyar nêzîk bibin."