‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’ 2018-01-27 15:56:05 ÊLIH – HDP’ê li Êlihê têkildarê pêkanîna cilên yek tîp û êrîşên li ser Efrînê panel li darxist. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di panelê de axivî û ev tişt got: “Pêkanîna cilên yek tîp û êrîşên li ser Efrînê girêdayî hev in. Feraseta cilên yek tîp wek feraseta Guantanamo û DAIŞ’ê ye. Êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê jî dişibin êrîşên DAIŞ’ê. Dixwazin tevahî civakan bikin yek tîp. Pêkanîna yek tîp li ser gelên Rojava jî ferz dikin.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê der barê pêkanîna cilên yek tîp û êrîşên li ser Efrînê, li avahiya HDP’ê ya navçeya navendî ya Êlihê panel li darxist. Di panelê de parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becereklî û Mehmet Alî Aslan, Hevserokê HDP’a Bajêr Nîzamettîn Toguç, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, gelek malbatên girtiyan û welatî amade bûn. Panel bi rêzgirtin û pêşandana sînevziyona ku pêkanînên li girtîgehan vedibêje hat pêşandan. Welatiyan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedan zîndanan” berz kirin.   Rêveberê HDP’a Êlihê Îkram Îrgî axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew wekî HDP heta dawiyê bi girtiyan û malbatên girtiyan re ne û dê bi her awayî xwedî li girtiyan derkevin.   ‘DEWLET BI XWE YEK TÎP E'    Di panelê de ewil Hevserokê HDP’a Êlihê Nizamettîn Toguç axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyek gelek dijwar re derbas dibin û wiha got: “Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta roja îro li ser tunekirina netewan hatiye avakirin. Pergala netew-dewletê li serê gelan bûye bela. Her tim bi yek tîpê tev geriya ye. Dema mirov li navê Tirkiyeyê jî dinêre yek tîp e û yek netewe ye. Mirov dibîne ku tu çand û netew di hundirê komarê de qebûl nakin û tune ne.”   Toguç bal kişand ser gotinên Erdogan ên “yek û yek” û wiha axivî: “Ev dewlet dewletek faşîst û yek tîpî ye. Ji çapemeniyê bigire heta daraz xistiye bin bandora xwe. Heta dixwazin sewalên li kolanên Kurdistanê jî bikin yek tîp û nahêlin sewalên kolanan jî dengê xwe derbixin. Ev yek jî ji tirsa nav dilê wan tê.”   ‘DÊ LI EFRÎNÊ JÎ SIWAR HATIN BÊN Û PEYA BIÇIN'    Toguç bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û wiha pê de çû: “Çala li Zapê ‘Siwar hatin peya çûn’, niha jî dê li Efrînê ‘Siwar bên peya biçin.’ Berxwedan li ser milê kurdan maye û divê kurd mil bidin milê hev. Divê baweriya me bi me bê. Ji bo wê tişta em bikin divê em xwedî li berxwedana Efrînê û girtiyan derbikevin û deng bidin dengê wan.”   Toguç bi vê şîroveyê gotinên xwe bi dawî kir: “Me li ber xwe da, em li ber xwe didin û emê heta azadiyê li ber xwe bidin.”   ‘ÊRÎŞÊN SER EFRÎNÊ Û PÊKANÎNA CILÊN YEK TÎP GIRÊDAYÎ HEV IN'   Piştî Toguç, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî. Acar destnîşan kir ku pêkanîna cilên yek tîp, êrîşên li ser Efrînê, zextên li ser HDP’ê û êrîşên li dijî goristanan girêdayî hev in û wiha got: “Darbeya 80’î bi deste apoletan pêk hat. Dibe ku darbeya îro ne bi destê apoletan pêk hat, lê piştî Erdogan çû Hatayê parkeyê leşkerî û apolet li xwe kir, xwe da diyarkirin ku tu ferqa wî ji darbeya leşkerî ya 80’yî tune. Çawa di darbeya 12’ê Îlonê de hemû ziman, çand û netewan dixwstin tune bikin, îro jî heman pêkanînê xistine meriyetê û dixwazin çand û baweriya netewan tune bikin. Em îro bi mîrasên berxwedêrên Zîndana Amedê li ber xwe didin û dijîn û li ser piya ne. Wan çong daneynî. Wan rûmeta xwe ya mirovahiyê parast û rûmeta gelê kurd parast. Îro jî rûmet û berxwedan li ser piyan e.”   ‘HEMAN FERASET E'    Acar anî da zanîn ku Erdogn dixwaze pergala Guantanamoyê bixe meriyetê û wiha wiha axivî: “Lê em dizanin Guantanamo çi ye. Guantanamo feraseta DAIŞ’ê ye. Êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê dişibe feraseta DAIŞ’ê. Dixwazin hemû civakê bikin yek tîp. Birêvebirina pêkanîna cilên yek tîp û êrîşên li ser Efrînê ferz kirina faşîzmê ye. Niha jî dixwazin yek tîpê li ser gelên Rojava ferz bikin. Heke em jî li ber xwe bidin, dê tu hêz nikaribe li pêşiya me bisekine.”   Piştî axaftinan malbatan jî nêrînên xwe ya der barê pêkanîna cilên yek tîp û êrîşên li ser Efrînê anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li pey girtiyên xwe bin.   Piştî axaftinan panel bi dawî bû.