Kesên binçavkirî serbest berdin 2018-01-27 15:04:07   MÊRSÎN - Kedkarên li Mêrsînê, xwestin kesên ji karê wan îxrackirine û kesên ji ber operasyona Efrînê şermezar kirin û hatin binçavkirin serbest bên berdan.   Platforma Şaxên Mêrsînê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo hevalên wanên ji kar îxrackirine vegerin karê xwe û ji bo kesên êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin hatin binçavkirin, serbest bên berdan. Daxuyaniya li Parka Zarokên Azad hat dayîn, pankarta "Endamên KESK'ê yên bê hiqûqî ji kar hatin avêtin, bila vegerin karê xwe" û "Ji OHAL'ê re na, em demokrasiyê dixwazin" vekirin.    'EMÊ BI HEVRE TÊ BIKOŞIN'   Hevseroka Şaxa Mêrsînê ya Sendîkaya Kedkarên Xiameta Civakî û Tenduristiyê (SES) Ozge Goncu daxuyanî xwend û aşkera kir ku piştî derbeya 15'ê Tîrmehê Tirkiye rojên tarî dijî. Goncu aşkera kir ku mirov ji kar, nan, azadî û canê xwe bûn.   Goncu, bi lêv kir ku kesên ji karên xwe bûn, di vê pêvajoyê de hem ji civakî û hem jî ji aboriya xwe bûn û wiha pê de çû: "Em berxwedana Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça silav dikin. Emê têkoşînê berdewam bikin."   Goncu bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û wiha got: "Ji ber ku mirovan bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan, di hefteyekê de 200 kes binçav kirin. Endamê SES'a Mêrsînê û Odeya Tabîbên Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan jî hat binçavkirin. Gonucu xwest kesên di bin çavan de serbest bên berdan.